173 malbatên Iraqî ji Kampa Holê derketin

173 malbatên Iraqî di encama hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Iraqê de ji Kampa Holê derketin.

Di çarçoveya koordînasyona dewam a di navbera Rêveberiya Kampa Holê ya nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, Komîteya Koç û Koçberan a Meclisa Nûneran a Iraqê de, gelek penabarên ku ji malbatên Iraqî pêk tên ji kampa Holê derketin.

173 malbatên Iraqî tevî hêzên ewlehiyê ji kampê derketin. Li gel 659 kesan ku jin, zarok û mêran pêk dihat, belgeyên nasnameya dewleta Iraqê hebûn.

Ev koma ku ji Kampa Holê derketin, wê li Kampa Ceda ya li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê bi cih bibin.