Kongra Star şehîdên Parîsê bi bîr anî

Kongra Star şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê bi bîr anî û got, "Êrîş û komkujî ji aliyetê dewleta Tirk ve bi piştgiriya NATO'yê hate kirin."

Meclisa Kongra Star di salvegera yekemîn a komkujiya duyemîn a Parîsê de ku bû sedema şehîdxistina pêşenga tevgera rizgariya jinan û endama Desteya Rêveber a KCK`ê (Emîne Kara), Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) endamê Tevgera Çand û Nîştimanî ya Kurd Ebdureham Gul di êrişeke çekdarî de li dijî Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê 23`yê Kanûna 2022`yan de, daxuyaniyek da. 

Meclisê, her sê şehîd bi bîr anîn û destnîşan kir ku her sê jî ji bo doza Kurd, aştiyê, demokrasiyê tê koşiyane. Her wiha berxwedan û têkoşîna şehîd Evîn Goyî ji bo doza jinan de silav kir.

Meclisê diyar kir ku desthilata Fransî heta niha sûcdarên komkujiya yekemîn a Parîsê ku di 9`ê Çileya 2013`an de li dijî yek ji damezrînera PKK`ê Sakîna Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) çêbûye û komkujiya duyemîn a Parîsê aşkera nekirin.

Meclisê got: "Êdî aşkera bûye ku ev êriş û komkujî bi destê dewleta Tirk bi piştevaniya NATO`yê pêk hatine. Rastiya van sûcan vedişêre. Ev sûc, sûcên qirkirinê li dijî jinan û vîna wê ya azad e."

Meclisê di daxuyaniyê de di kesayeta şehîd Evîn Goyî û hevalên wê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soz da ku ji bo pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û aştiyê şopdara rêya wan be.

Meclisê bang li Fransayê kir ku erka xwe bîne cih, rastiya van sûcên li ser erdê wê çêbûne, aşkera bike, hesabê ji sûcdaran bipirse. Her wiha bang li rêxistinên jinan, hiqûqî û kesayetên ji bo aştiyê û demokrasiyê tê dikoşin kir ku helwestên xwe aşkera bikin li hember van sûcên ku li dewletên demokrasiyê û aştiyê û parastina mafên mirovan îdia dikin, çêdibin.