'Li hemberî ambargoyê êdî bêdeng nemînin, serî hildin'

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kobanê Eledîn Kino Eto bal kişand ser rewşa xetere ya ji ber ambargoya li ser Şehbayê û bang li saziyên mafên mirovan kir ku li dijî vê ambargoyê êdî serî hildin.

Hikûmeta Sûriyeyê 6 sal in ambargoyê li ser niştecihên Efrînê yên li Katona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cihbûne dimeşîne. Ji ber ambargoyê di serî de pêdîviyên jiyanî, derman û sotemenî nahêlin derbasî van herêman bibin.

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê a Kobanê Eledîn Kino Eto têkildarî ambargoyê û rewşa gel axivî. Kino Eto anî ziman, piştî dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2018’an de Efrînê dagir kirin, gelê Efrînê berê xwe da Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Kino Eto da zanîn ku tevahî dewletên desthilatdariyê jî destê wan di dagirkirina Efrînê de heye û got: “Çavên xwe ji kiryarên dewleta Tirk re girtin. Piştî dagirkirinê, hikûmeta Sûriyeyê jî ambargo danî ser Şehbayê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.”

GELÊ EFRÎNÊ LI BER XWE DIDE

Eledîn Kino Eto diyar kir ku gelê Efrîn xwediyê berxwedaniyê ye ku ew ê li hemberî dagikerî û êrîşan li ber xwe bide û wiha pê de çû: “Berxwedana gelê Efrînê di nava kampan û konan de roj bi roj didome. Li hemberî vê berxwedanê jî hikumeta Şamê û bi taybetî jî tûgeya 4'an li herêmê dest bi dorpêçkirinê û ambargoyeke giran kirine. Nahêlin pêdiviyên jiyanî, derman sotemenî derbasî Şehbayê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Divê êdî dewletên navneteweyî ji vê yekê re çavê xwe negirin. Gelo di kîjan qanûna cîhanê de dermanê nexweşiyê hatiye astengkirin? Lê hikumeta Şamê li ber çavên cihanê vê yekê dike. Berxwedana gel a li hemberî ambargoyê hikumeta Şamê matmayî hiştiye. Gelê me li hemberî van pêkanînên dermirovahî li ber xwe dide û têdikoşe.”

‘HIKÛMETA ŞAMÊ KUJERÊ ZAROKAN E’

Di berdewama axaftina xwe de Kino Eto anî ziman ku hikumeta Şamê bi eşkereyî hemû peymanên mafên mirovan binpê dike û wiha dirêjî da axaftina: “Gelê me yên li kampê di vê sermayê de bê derman, bê pêdiviyên jiyanî ye. Ji ber tunebûna dermanan û amûrên tenduristiyê ji sedî 80 nexweşxaneyên Şehbayê xizmetê nadin û ev jî rê li ber zêdebûna nexweşiyan vedike. Ji ber ambargoya hikumeta Şamê zarok jiyana xwe ji dest didin. Hikûmeta Şamê kujerê zarokan e. Gelo ev pêkanîna dermirovahî di kîjan qanûnê de heye?”

‘JI SERKETINÊ WÊDETIR RÊYEKE DIN NEMAYE’

Kino Eto herî dawî ev bang li her kesî kir: “Em bang li tevahî kesên peywendîdar dikin ku divê êdî li hemberî vê ambargoyê serî hildin. Em wek gelê Kantona Firatê; êşa ku gelê me yê Şehbayê dikişîne, êşa me ye. Gelê ku li wir, gelê me yê herî berxwedêr e. Êdî li pêşiya me ji serketinê wêdetir tu rêyeke din nemaye. Berxwedan jî jiyan e."