Li Baselê greva birçîbûnê: Bila Hucreyên Tîpa Bîrê werin girtin

Li Baselê bi greva birçîbûnê ya 3 rojan li dijî pergala tecrîdê ya li girtîgehên Tirkiye û Macarîstanê tê pêkanîn, banga piştevaniyê hate kirin. Di çalakiyê de ji bo girtiyên SGDF’ê û ji bo Majayê Elman ê antîfaşîst, daxwaza azadiyê hate kirin.

Li dijî pêkanîna hucreyê ya “tîpra birê” ku li zindanên Tirkiye û Kurdistanê xistine dewrê, li gelek bajarên Ewropayê bi armanca piştevaniyê grevên birçîbûnê tê lidarxistin. Vê carê jî li bajarê Basel ê Swîsreyê hat lidarxistin. Greva birçîbûnê ku di 20’ê Hezîranê de destpê kir û wê 3 rojan dewam bike, bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Basel (BEKSAM) hate organîzekirin.

Hevberdevkê Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎGÎF) Huseyîn Torun di roja ewil a çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku hucreyên tîpa bîrê ne tenê fîzîkî di heman demê de pergala tecrîdê ya polîtîk e. Torun wiha got: “Ev pergal armanc dike ku îradeya girtiyên şoreşger bişkîne, rêxistinbûna wan qut bike û bîra berxwedanê tune bike.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku endamên SGDF’ê di 2’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê hatine girtin û 4 kes hîna di greva birçîbûnê de ne. Li aliyê din, Maja ê ku li Macarîstanê girtî ye, ji 5’ê Hezîranê ve di qawişa yek kesî de tê girtin û rastî kirinên xirap tê.

DAXWAZ HATIN EŞKEREKIRIN

Beşdarên çalakiya Baselê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li Tirkiye û Ewropayê banga têkoşîna hevpar kirin. Tê plankirin ku di pêvajoya greva birçîbûnê de çalakiyên agahdarkirinê û panel werin lidarxistin. Çalakvanan daxwazên xwe bi van 5 xalan anîn ser ziman:

  1. Girtina girtîgehên tîpa bîrê yên li Tirkiyeyê,
  2. Bidawîkirina hemû pêkanînên tecrîdê yên li dijî girtiyên siyasî,
  3. Demildest berdana girtiyên SGDF’ê,
  4. Dawîkirina êşkence û îadeya Maja ê Elman ku antîfaşîst e, ji bo Elmanyayê,
  5. Bidawîkirina polîtîkayên îadekirinê yên li dijî antîfaşîstan

Di daxuyaniya dawiya çalakiyê de hate diyarkirin ku hucreyên tîpa bîrê tê wateya “mirina bê gor” û bang li raya giştî ya Ewropayê hate kirin ku li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin. Berdevkê ÎGÎF’ê Torun wiha got: “Li hemberî van pêkanînan ne tenê berxwedana li zindanan, ji derve jî rabûnekî birêxistinkirî şert e. Teşhîrkirin û hilweşandina pergala tecrîdê ya tîpa bîrê berpirsyariyekî navneteweyî ye.