‘Divê her kes xwedî li berxwedana gerîla derbikeve’

Endamên Meclîsa Malbatên şehîdan a Herêma Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk çûye û gotin ku divê her kes xwedî li berxwedana gerîla derbikeve.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê têkildarî berxwedanî û têkoşîna gerîla, ji ANF’ê re axivîn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Bedîa Îsmaîl di destpêka axaftina xwe de berxwedaniya gerîla silav kir û ev tişt got: "Gerîlayên azad bê navber berxwedaniyê dikin, ruxmî mercên zor û zehmet jî, gerîlayên azad bi îrade, fikir û felsefeya Rêber Apo têdikoşin. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedanî û têkoşîna gêrîla bi bin ket. Em ê heta dawiyê xwedî li gerîlayên xwe derkevin. Gerîla hêz, moral û hebûna me ye."

Rêveberiya Akademiya Emgîhan Cûdî ya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman jî axivî û berxwedanî û têkoşîna gerîla silav kir û wiha got: “Dewletên desthilatdar xwestin di şexsê gerîla de netewa Kurd tune bikin. Lê ruxmî wê jî gerîla berxwedanî û têkoşîneke bê hempa raber kir. Em ê heta dawiyê xwedî li gerîlayên xwe derkevin. Divê her kes xwedî li berxwedana gerîla derbikeve.”