Hevserokên nû yên MSD'ê hatin hilbijartin

MSD’ê di kongreya xwe ya 4’emîn de hevserokên xwe yên nû hilbijart. Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz bûn hevserokên nû yên MSD`ê.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) 4’emîn kongreya xwe bi tevlêbûna 400 delegeyan li dar xist. Di kongreyê de Leyla Qereh Man û Mahmûd Deham Ebdulezîz bûn hevserokên nû yên MSD’ê.

Leyla Qereh Man

Leyla Qereh Man di sala 1980’an de li Efrînê hatiye dinê. Di destpêka Şoreşa 19`yê Tîrmehê de xebatên xwe yên siyasî zêde kirin, bi taybet li gel tevgerên siyasî yên jinan. Leyla Qereh Man, Navenda Perwerde û Bîrdozî ya Jinan li Heleb û Efrînê vekir. Piştre xebatên xwe yên siyasî li Lubnanê wek nûnera têkiliyên dîplomatîk ya Kongra Star meşandin. Li wir hewl da têkiliyan jinan yên bi jinên ji Afrîkayê re xurt bike.

Leyla Qereh Man, di kongreya 3`yemîn ya MSD`ê de ku 2018`an li dar ket, tevlî MSD`ê bû. Wek Endama Meclîsa Serokatiyê û Cîgira Hevserokatiya MSD`ê cih girt. Sala 2020`an tevlî Partiya Sûriyeya Pêşerojê bû û wek cîgira serokê partiyê xebitî.

Mehmûd Deham Ebdulezîz El Mislet

Li Hesekê sala 1974`an ji dayik bûye. Di têkiliyên navnetewî de master, di lêkolînên Rojhilata Navîn de jî diploma bidest xistiye. Di Zanîngeha Ohio û Zanîngeha Oberlin yên Amerîkayê de mamoste ye. Sala 2014`an ji aliyê hikûmeta Şamê ve bi hinceta tevlîbûna rêxistineke siyasî ya qedexe, hate girtin.

Yek ji damezirînerên Partiya Pêşxistinê ya Nîştimanî ya Sûriyeyê ye. Di partiyê de Serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nîştimanî ya Sûriyeyê li Amerîka û Kanadayê bû.

Serokê Navenda Çanda Erebî-Amerîkî ya Lêkolînên Îslamî ya li bajarê Lorîn ê Ohioyê, serokê Beşa Lêkolînên Qanûn û Têkiliyên Navnetewî ya Zanîngeha Commonwealth ya Amerîkayê, gerînendeyê şîrketa MDM ya lêkolîn û şêwirên qanûnî û perwerdeyê û yek ji damezirînerên Îtîlafa Îlmanî ya Sûriyeyî ya Parîsê ye.