Cenazeyê Mehmûd Ebdullah Hisên li Dêrikê hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Ebdullah Hisên bi merasîmekê li Dêrikê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Ebdullah Hisên yê di 19’ê Kanûnê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Dêrikê hat veşartin. Bi sedan şêniyên Kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Qehraman Mihemed îşaret bi berxwedana malbata şehîd kir û got: "Malbatê gelek ciwanên xwe ji bo parastina welêt feda kirin. Birayê şehîd Rûdî û kurapê wî Eymen jî şehîd in.”

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Nezha Seyfudîn jî soz da ku li ser rêya şehîdan berxwedanê mezin bikin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêrwan Hisên jî axivî û got: "Ji fedakirina welat û axê bihatir tiştek li ser rûyê erdê tune ye. Şehîd Mehmûd bi fedakariyên xwe di hişê me de nemir e."

Endamê Saziya Olî ya Dêrikê Ebdulselam Mihemed jî fedakariyên şehîdan silav kirin.

Piştî xwendina wesîqeya şehadetê ya şehîd, radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel şehîd Mehmûd Hisên di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.