Şêxên eşîran: Projeya neteweya demokratîk sîwanek ji bo hemû gelên Sûriyeyê ye

Şêxên eşîrên herêmê destnîşan kirin ku ew bi QSD’ê re ne û bang li hemû eşîran kirin ku di bin sîwana neteweya demokratîk de bibin yek.

Eşîra Welda bi armanca zêdekirina hevgirtina civakê di navbera eşîran de û girêdana di navbera rêveberî û gel de, forûmek lidar xist ku hemû eşîr, navdarên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser û Sûriyeya Demokratîk beşdar bûn.

Şêxê eşîra Welda Hemed El-Ferec axivî û wiha got: “Li ser vexwendina eşîra Welda, em vê forûmê ji bo hemû eşîrên li Bakur lidar dixin da ku hevgirtina civakê di navbera eşîrên li herêmê de zêde bikin. Ez bang li hemû eşîrên li Sûriyeyê dikim ku divê em di bin ala neteweya demokratîk û jiyana hevbeş de bibin yek.” 

Navdarê eşîra Nasir a li Tebqayê Hesen El-Xemrî jî ev tişt got: “Li ser vexwendina navdarên êla Welda Şêx Mehmûd El-Borsan û Şêx Hemîd El-Ferec, ev forûm bi armanca zêdekirina hevgirtin û pêkvejiyana pêkhateyan û pêkanîna aştiya sivîl li herêmê, bi taybet ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê, hate lidarxistin. Em ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) in. Ji bo parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser, ev forum hemû êlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kom dike.”

Hesen El-Xemrî ragihand ku hin alî hene ku hewl didin nakokiyan di navbera eşîran û Rêveberiya Xweser de belav bikin û wiha got: “Forûm bi beşdariya siyasetmedar, leşker û sivîlan hate lidarxistin da ku nîşanî cîhanê bidin ku em li hember hemû aloziyan yek in.”