Gora gerîlaya YJA Starê cara çaremîn e rastî êrîşan tê

Gora gerîlaya YJA Starê Revan Zana Bariştiran ya li Wanê cara çaremîn e li rastî êrîşan tê û tê xirabkirin.

Endama YJA Starê Revan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) di sala 2016’an de di encama êrîşeke hewayî de li Dêrsimê tevlî karwanê şehîdan bûbû. Gora Omedya Rohat ya li Wanê cara çaremîn e dibe hedefa êrîşan.

Bavê şehîdê Fadil Bariştiran anî ziman ku ev ne êrîşa cara ewil e û got: ‘’Ez her roj serê sibehê têm û gorên şehîdan av didim. Vê siharê dema ku ez dîsa diçûm goristana şehîdan min dît ku kêla gora keça min hatiye şikandin û zirar danê.’’

Fadil Bariştiran piştre got: ‘’Têkildarî 3 êrîşên beriya niha jî me gilî kiribû, lê belê me tu encam jê nestand. Li gorî gotinên şêniyên taxê panzêra hêzên dewletê di saet 21.00’an de hatiye û li ber deriyê goristanê sekiniye. Hûn çi ji miriyên me dixwazin? Ev provakasyon in. Divê rayedar tavilê çareseriyekê peyda bikin.’’

Fadil Bariştiran xwest ku êrîşkar werin dîtin û cezakirin û got: ‘’Bila dev ji miriyên me berdin. Nirxên me ji bo me gelekî girîng in û wê tim jî wisa be.’’