Ewropî wê teklîfa muzakereyan li Îranê bikin

Fransa, Elmanya û Keyaniya Yekbûyî wê vê Înê li Cenevreyê pêşniyara ‘’muzakereyeke berfireh’’ li Îranê bikin. Macron da zanîn ku ev pêşniyar têkildarî bernameya nukleerê, kiryarên balîstîkî û finansmana komên terorîst ên li herêmê ye.

Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron di daxuyaniyeke xwe de got: ‘’Vegerîna ser muzakereyên sereke yên têkildarî nedewlemendkirina nukleerê, sînordarkirina kiryarên balîstîkî, astengkirina fînansmana ji bo hemû komên terorîst ên li herêmê yên aramiya herêmê têk dibin teqez pêngava pêşanî ye.’’

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi wê îro li Cenevreyê bi hevpîşeyên xwe yên Îngilîz (David Lammy), Fransiz (Jean-Noel Barrot) û Elman  (Johann Wadephul) re bicive. Wê Nûnera Payebilind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas jî beşdarî hevdîtinê bibe.

Rayedarên Ewropî beriya hevdîtina ku tê payin di saet 15.00’an de were kirin, wê koordînasyona xwe pêk bînin.

Macron têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê got: ‘’Weke gefekê ye û divê di vê mijarê de tu sistayî neyê nîşandan. Santralên ku gelekî baş tên parastin hene. Îro tu kes nizane ûranyûna ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin bê ka li ku derê ye. Ji ber wê yekê ev pisporiya teknîkî ye û bernameyek e ku divê bi rêya muzakereyan jî kontrol ji nû ve were bidestxistin.’’

MACRON: DIVÊ ÎSRAÎL ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI SER BINESAZIYÊN SIVÎL BIDE SEKINANDIN

Her wiha Emanuel Macron bang li Îsraîlê kir ku êrîşên xwe yên li ser ‘’binesaziyên sivîl’’ ên Îranê bide sekinandin û got: ‘’Tu mafdarbûna êrîşên li ser binesaziyên enerjiyê û gelê sivîl tune ye.’’