ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serdanên ji bo greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dewam dike
Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li Strasboûrgê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi piştgiriya gel û nûnerên saziyan dewam dike. -
Çalakgerên Strasboûrgê peyam dan: Wê bibe sala azadiya Rêbertî
15 çalakgerên greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger, ji bo sala nû peyamek dan û diyar kirin ku di sala 2019'an de wê ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê têkoşîn bê geşkirin û faşîzm were têkbirin. -
Li Ûppsala û Berlînê bîranîna Mereş û Roboskî
Li bajarê Ûppsala yê Swêdê û li paytexta Elmanya Berlînê qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskî hatin bîranîn. -
Graham: Trûmp wê vekişîna ji Sûriyeyê sist bike
Ji ber zêdebûna nerazîbûna, tê gotin ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp amade ye ku vekişîna ji Sûriyeyê 'heta tinebûna DAÎŞ'ê sist bike. -
'Faşîzm bi wêrekiyê dikare bê têkbirin'
Şêniyên Depê li ser xebatên hilbijartinên xwecihî yên meha Adarê li Hambûrgê li hev civiyan. -
Hollande: Êrîşa gengaz a Tirkiyeyê wê terorîzmê har bike
Serokkomarê berê yê Fransayê Hollande bi bîr xist, Kurdan di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de berdêlên giran dan û hişyarî da; êrîşeke gengaz a Tirkiyeyê wê terorîzmê har bike. -
Parlamentera meclîsa federal: Divê tecrîd tavilê bê rakirin
Endama Meclîsa Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê kir û diyar kir, tecrîd li dijî hiqûqê ye. -
ROJEVA 31'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Kanûna 2018'an. -
Li 23 girtîgehan 91 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne
Hejmara girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû 91. -
Temellî: Divê em mil bidin vê berxwedanê
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Milasê xîtabî gel kir û got, ''Leyla Guven a hêja li dijî vê nedadmendiyê dengê xwe bilind dike, li ber xwe dide. Em jî divê mil bidin vê berxwedanê û geş bikin''. -
Erdogan û Barzanî di lîsteya piştgiriya terorê ya Sûriyeyê de ne
Komîteya Dijî Pereyên Qirêj û Dijî Piştgiriya Terorê ya Sûriyê di nava lîsteyekî de navê siyasetmedarên têcir weşandiye ku bi mesrefkirina pereyên zêde hewl dane li Sûriyê terorê pêş bixin. -
Li Edene û Amedê serdegirtina malan
Polîsên rejîma Tirk li Edene û Amedê avêtin ser malan û gelek kes destgîr kirin. -
Li Serêkaniyê 20 kes hatin destgîrkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Serêkaniyê di serdegirtina malan de 20 kes hatin destgîrkirin. -
DGH: 9 wesayit û kargehek hatin şewitandin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH), di çarçoveya pêngava 'Serî Hilde' de ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê çalakî kir. Di encamê de 9 wesayit û tamîrxaneyeke wesayitan hatin şewitandin. -
Li Toûloûseyê çalakiya li dijî tecrîdê ya 3 rojan
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya bi Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re kon hate vedan. -
ROJEV 30'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Kanûna 2018'an. -
Başaran: AKP ji mirina Akbaba berpirsyar e!
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hikumeta AKP’ê ji mirina girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba berpirsyar e û got ku, “Endamên DAÎŞ’ê tê berdan lê girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.” -
Ji bo girtiyên nexweş li 4 bajaran çalakî hatin lidarxistin
Li Stenbol, Edene, Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin û işaret bi rewşa krîtîk a tenduristiya wan hate kirin. -
Dayikên Şemiyê: Tirkiye kirin dojeha nedadiyê
Dayikên Şemiyê di çalakiya dawî ya sala 2018'an de jî bûn hedefa zexta polîsan. Dayikan gotin, "Tirkiye kirine dojehe nehiqûqî û nedadiyê." -
Temellî: Daxwaz zelal e; bila tecrîd bi dawî bibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî: Leyla Guven daxwazeke zelal tîne ziman. Dibêje, 'Bila tecrîd bi dawî bibe, parêzerên Birêz Ocalan karibin tavilê hevdîtinê bikin'. Bû 52 roj, dem derbas dibe û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Guven hene. -
Xeta berxwedanê ya Hewlêr û Gallerê
Li Hewlêrê Nasir Yagiz 39 roj in û li Gallerê jî Îlhan Şîş 13 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêrdoveger de ne. Herdu çalakger diyar dikin ku daxwazên wan ne şexî ne û armanca wan ev e ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin. -
Girtiyekî din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kir
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê girtiyê bi navê Şemsettîn Erdem dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. -
DAÎŞ'ê li Xaneqîn û Celawlayê êrîş kir
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser bendeke kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê ya li navbera Xaneqîn û Celawlayê. Di êrîşê de 2 polîs hatin kuştin. Agahî ji komeke din a polîsan jî nayê girtin. -
Girtiyên nexweş di dema rûniştina dozê de jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba, dema ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina doza li Mêrdînê dibû krîza dil derbas kir. Akbaba jiyana xwe ji dest da. -
Seroka Giştî ya ESP'ê Otlû jî dest bi greva birçîbûnê kir
Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû û Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê dîl tên girtin, ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.