Ev dîmen di demek kurt de li ser medyaya dîjîtal bû rojev. Di dîmen de êrîşên Îranê yên li ser nuqteyên Îsraîlê cih digirin. Fîgura Lego ya ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu temsîl dike, bi hêrs û acizî li Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump geriya. Fîgurê Trump bi hamburgera di destê xwe de tê nîşandan.
Di sehneya dawî de Îsraîl tê tekbirin, gelê Îranê pîrozbahiyan dike. Piştre bi alên Lubnan, Yemen û Fîlîstînê qelebalixên bi coş derdikevin ser dikê. Dîmen bi peyama “Lîstokê em bi rê ve dibin” bi dawî dibe.
ŞERÊN LEGO
Hîna ne diyare ka ev dîmen ji aliyê kî/ê ve hatiye amadekirin. Îsraîlê jî beriya demek kurt senaryoyeke êrîşê ya bi navê “Rising Lion” bi tarzê Lego û zekaya çêkirî amade kiribû, Îranê jî bi vî rengî bersiv da. Di dîmenê navborî yê Îsraîlê de, êrîşeke suprîz a Îranê hatibû bicihkirin.
Ev “Şerê Lego” yê li ser medyaya dîjîtal, nîşan dide ku tengasiya li Rojhilata Navîn çiqas mezin e û çawa bi şêwazên îronîk tê meşandin. Pispor diyar dikin ku ev dîmenên wiha, amûrên şerê taybet in.