Başaran: AKP ji mirina Akbaba berpirsyar e!

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hikumeta AKP’ê ji mirina girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba berpirsyar e û got ku, “Endamên DAÎŞ’ê tê berdan lê girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.”

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê û parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê mirina girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba îro daxuyanî da yê ku di dema rûniştina doza xwe de dilê wî sekinî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Girtiyekî din ê nexweş di girtîgehê de miri. Îbrahîm Akbaba yê 71 salî yê ku nexweşiyên wî yên dil û diyabet û kataraktê heye û lingekî wî protez e, dema ku bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bûye, ji ber krîza dil rehmet kiriye. Bersûcên DAÎŞ’ê bêyî ku werin girtin tên darizandin lê ligel rewşa Akbaba ya tendirustiyê, Akbaba hatiye girtin. Akbaba ligel ku li Qosera Mêrdînê dijî, sirgunê Girtîgeha Edîrneyê hatiye kirin. Akbaba di heman demê de tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne lê ew xistine hucreya yekkesî.

Heta ku kesên ku ji mirina Akbaba berpirsyar in derkevin pêşberî edaletê ew ê têkoşîna me bidome. Em bang li rayedaran dikin ku bila xwedî li peywira xwe derkevin.”