Piştî Mexmûrê li Çemçemalê droneyek ket
Hate ragihandin ku li gundê Karêze Delo yê navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê droneyek ketiye.
Hate ragihandin ku li gundê Karêze Delo yê navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê droneyek ketiye.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, li gundê Karêze Dole yê bajarokê Sengawî yê navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê droneyek ket.
Nehat hînbûn bê drone ya kîjan welatî ye. Rayedarên xwecihî jî daxuyanî nedan.
Di rewşeke welê de ku şerê Îsraîl û Îranê dewam dike, gelek drone li xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê ketin.
Êvara 18'ê Hezîranê droneyeke xwekujî ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê digeriya, kete xwarê. Drone bi qasî 300 metreyî nêzî kampê ket. 19'ê Hezîranê jî li nêzî kampê teqîneke mezin rû da.