Li Edene û Amedê serdegirtina malan

Polîsên rejîma Tirk li Edene û Amedê avêtin ser malan û gelek kes destgîr kirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de, polîsên Tirk danê sibehê li Edene û Amedê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de hin pirtûk û malzemeyên dîjîtal hatin desteserkirin.

Polîsên Tirk, Berdevka Rêveberiya Bajarê Edeneyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Olcay Suzgun, Alîkarê Serokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Edeneyê û Serokê Komeleya Jiyana Nû ya Edeneyê Hasan Kocaman, Serokê Partiya Jinûve Rizgariya Sosyalîst (SYKP) ê Edeneyê Mehmet Alî Gulşen hatin destgîrkirin.

3 siyasetmedarên hatin destgîrkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxê Siyasî yê Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.

Polîsên Tirk her wiha avêtin ser mala endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdulselam Demîrkiran a li navçeya Peyasê ya Amedê. Ji ber ku Demîrkiran ne li malê bû, nekarîn wî bigirin.