ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û ji bo azadiya Ocalan li gelek bajraan çalakî kir. Gelek kargeh û wesayit hatin şewitandin. -
HDP: Rewşa Leyla Guven krîtîk e!
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku rewşa Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye hatiye asta krîtîk. -
Taşdemîr ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê bang kir
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bang li her kesî kir ku bibin dengê Leyla Guven. -
Girtiyan bang kirin: Bi berxwedaneke hevgirtî tevbigerin
Girtiyan li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyanî dan û bang li her kesî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê. -
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin
Parêzerên Abudullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê belê serdozgeriya Bûrsayê serlêdan red kir. -
OGÎ: Em nûçegihanên ku bi şertên dijwar dixebitin pîroz dikin
Insîyatîva Nûçegihanên Azad got, ''Em 10'ê Çile Roja Nûçegihanên Xebatkar, li kedkarên çapemeniyê yê ku bê sekn û rawest dixebitin, pîroz dikin.'' -
'Li girtîgehên Çukurovayê tekane rojev tecrîd e'
Hevserokê TUAD'ê Ebettîn Kara got, ''Rewşa girtiyan her ku diçe girantir dibe. Girtîgehên Çukurova jî dikelin''. -
'Berê wê timî li serketinê bû'
Nûnerê HDP'ê yê li Strasboûrgê Faîk Yagiz, ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re qala Fîdan Dogan (Rojbîn) kir ku di karê dîplomasiyê de bi hev re xebitîn. -
Li pey Rojbînê...
Piştî şehîdbûna Rojbînê, malbat piranî li Elbîstanê dimîne. Bav Hesen Dogan got, ''Piştî ku Rojbîn dev ji me qeriya, ez zêde nikarim li van deran bisekinim. Dayika wê vê dizane, ez diçim ser gora Rojbîn û rûdinim.'' -
Li Strasboûrgê bîranîn Komkujiya Parîsê
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, li Navenda Gelê Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê ku greva birçîbûnê lê dewam dike, hatin bîranîn. -
'Ji bo jiyanê ketine greva birçîbûnê; bersivê bidin daxwazên wan'
Parêzer Baran Çelîk got, rêveberiya girtîgehê bi zanebûn pêwîstiyên bingehîn bi kêmanî dide girtiyên di greva birçîbûnê de ne û diyar kir, beriya ku tiştek bi berxwedêran were divê bersiv ji daxwazên wan re bê dayin. -
'Heta ku hesabê komkujiyê neyê dayin, çareserî pêk nayê'
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, heta ku hesabê Komkujiya Parîsê neyê dayin pirsgirêka Kurd çareser nabe. -
ROJEVA 10'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Çileya 2019'an. -
Ji bo 9 parlementerên HDP’ê fezleke hate amadekirin
Ji bo rakirina destnedana 9 parlementerên HDP’ê fezleke hate amadekirin. -
Li pêşiya Balyozxaneya Fransayê protesto hate lidarxistin
Sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 6 sal berê li Parîsa Fransayê hatibûn qetilkirin li Stockholmê hatin bibîranîn. -
Bi Partiya Keskan re li ser tecrîd û greva birçîbûnê hevdîtin hate kirin
Li Freîbûrgê rayedarên Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk derbarê grevên birçîbûnê bi Partiya Keskan re civiyan. -
Li Lefkoşayê tecrîd û qetlîama Parîsê hate protestokirin
Li Lefkoşayê Qetlîama Parîsê hate protestokirin û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin. -
Li Strasboûrgê roja 24’emîn: Serî li CPT’ê hate xistin
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome. Heyeteke ji nav çalakgeran ji bo ku têkeve nav hewldanan serî li CPT’ê da. -
HDP’ê namzetên hevşaredariyê yên 41 cihan eşkere kir
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, derbarê hilbijartinên 31’ê Adarê namzetên hevşaredariyê yên gelek bajar û navçeyan eşkere kir. -
MLKP: Em ê li ser xeta Sakîne Cansiz bi ser bikevin!
MLKP/Kurdistan, sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Em ê li ser xeta Sakîne Cansiz û şehîdên şoreşê hemûyan, teslîmiyetê têk bibin." -
Guven, ev hefteyeke nikare parêzerên xwe bibîne
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 63 roj in di greva birçîbûnê de ye, ev 6 roj in nikare parêzerên xwe bibîne. -
DÎTÎB êdî bi fermî bû şaxê MÎT'ê!
Berpirsyarê Xizmeta Olî ya Konsolosxaneya Kolnê Ahmet Dîlek ku eşkere bûbû şefê ajanên MÎT'ê yên li DÎTÎB'ê ye, ji bo alîkariya serokatiya giştî ya DÎTÎB'ê hate wezîfedarkirin. -
Emniyetê hevdîtina Guney-MÎT piştrast kir
Bi nivîsa ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re şandiye eşkere bû ku tetîkkêşê Komkujiya Parîsê Omer Guney dema çû Enqereyê bi MÎT'ê re hevdîtin kiriye. -
ROJEVA 9'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Çileya 2019'an. -
Nûçegihan Metîn Goktepe hate bibîranîn
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe di salvegera 23'yan a kuştina wî de, li ser gora wî hate bibîranîn.