ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serdana Bolton a li Enqereyê, Êlek Zer û PKK…
John Bolton ê ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYE'yê Donald Trûmp e duh tevî heyetekê hate serdana Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirkiyeyê re civiya. -
Bûldan: Ev tecrîda tarî ya wê biqede ya wê biqede
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Guven êdî li asta krîtîk e." Bûldan got, "Ev tecrîda tarî ya wê biqede ya wê biqede." -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li rayedaran dan
Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 779'an serlêdan kirin. -
Siyasetmedarekî Kurd li Îranê hate destgîrkirin
Nûnerê berê yê partiya Yekîtiya Neteweyî yê Şaxê Kurdistanê Zanyar Zemîran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate destgîrkirin. -
Nehiştin merasîma cenazeyê gerîla li mizgeftê bê kirin
Ji ber ku nehiştin merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abdullah Aygun li ti mizgeftan bê kirin, li Cemxaneyê wecîbeyên olî yên cenazeyên Aygun hatin kirin û spartin axê. -
Doza ku li Guven hatibû vekirin şandin Enqereyê
Derbarê Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Doz sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin. -
Li Enqereyê 12 kes hatin destgîrkirin
Li Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP’ê û sendîkavan jî di nav de 12 kes hatin destgîrkirin. -
Ji bo Ocalan kampanyayeke gerdûnî
Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîkaya Başûr Lechesa Tsenolî diyar kir ku kampanyayên ji bo azadiya Mandela dihatin kirin divê niha ji Ocalan jî were kirin. -
Girtiyên li Trabzonê di grevê de ne, xistin hucreyê
Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Trabzonê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, xistin hucreyê. -
ROJEVA 8'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Çileya 2019'an. -
Temîzkan: Dayika min bi biryare heta dawiyê çalakiyê bibe
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 61 roj in di grevê de ye. Keça Guven, Sabîha Temîzkan di hevdîtina bi dayika xwe re diyar kir ku Guven bi biryare heta dawiyê çalakiyê bibe. -
Leyla Guven ji bo diya xwe nameyek nivîsand
Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ji bo diya xwe name şand û peyama ‘Ez ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînim’ da. -
Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgunkirin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dest bi greva birçîbûnê kirin, sîrgunî girtîgehên Trabzon û Rîzeyê hatin kirin. -
Li Amedê ji bo çavdêriya girtîgehan platform hate avakirin
Baroya Amedê, ÎHD, OHD, Odeya Tabîban û TÎHV derbarê grevên birçîbûnê platformek ava kirin. -
156 girtiyên azadiyê di greva birçîbûnê de ne
Hejmara girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker yên bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine derkete 156’an. -
Nivîsên veşartî yên Elmanya-Tirkiyeyê yên li ser Omer Guney
Li ser Omer Guney ku li Parîsê sê şoreşgerên Kurd qetil kir, nivîsên veşartî yên rêveberiyên Berlîn û Enqereyê eşkere bûn. Balkêş e ku di nivîsan de Tirkiye dipirse 'Guney li Elmanyayê perwerdeya çekdarî dîtiye yan na?', Elmanya jî bersiva 'Na' dide. -
ROJEVA 7'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Çileya 2019'an. -
Li Kurkçulerê 3 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin
Hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê 3 girtiyên din jî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine. -
7 girtiyên din jî dikevin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê piştî 5’ê Çileyê 7 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. -
Başaran: Em deng bidin qêrîna girtiyan
Berdevke Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven krîtîk e û got, ''Em deng bidin qêrîna girtiyan ku ji bilî bi bedena xwe li ber xwe bidin, tiştekî wan tine''. -
DAÎŞ'ê li Tîkrîtê êrîş bir ser hêzên Heşdî Şabî
Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev li rojhilatê bajarê Tîkrîtê yê Iraqê êrîş birin ser tûgayeke Heşdî Şabî. Di bûyerê de 7 endamên Heşdî Şabî birîndar bûn û yek jî hate revandin. -
Eniya Şoreşger: Heta şikandina faşîzmê divê têkoşîn bidome
Eniya Şoreşger li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirinê daxuyaniyek da û got, "Berxwedana Guven li çar aliyên dinyayê belav dibe." -
Li Strasboûrgê roja 20'an: Baweriya bi serketina çalakiyê xurt e
Nûnerên gelek saziyan û welatparêzên Kurd serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin. -
ROJEVA 6'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Çileya 2019'an. -
Serdegirtina polîsan a li ser avahiya HDP’ê ya Mêrdînê bi dawî bû
Serdegirtin û xebatên lêgerînê ya polîsên avêtibûn ser avahiya HDP’ê ya Mêrdînê bi dawî bû. Polîsan dest danî ser her tiştên girêdayî Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye grevê.