Girtiyên nexweş di dema rûniştina dozê de jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba, dema ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina doza li Mêrdînê dibû krîza dil derbas kir. Akbaba jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba yê 70 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê dihate girtin, dema ku bi Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade dida, krîza dil derbas kir. Akbaba piştî krîzê jiyana xwe ji dest da.

Akbaba 6'ê Kanûna 2017'an ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa ya Edîrneyê hatibû kirin.

Akbaba Sibata 2017'an hate girtin. Akbaba di asta bilind de nexweşê diyabetê, nexweşê dil û kataraktê bû û emeliyata dil lê hatibû kirin. Sala 2015'an felç bû, lewma nedikarî destên xwe baş bi kar bîne. Ji ber nexweşiya şekir jî lingekî wî hatibû jêkirin û protez pê ve bû.