'Faşîzm bi wêrekiyê dikare bê têkbirin'

Şêniyên Depê li ser xebatên hilbijartinên xwecihî yên meha Adarê li Hambûrgê li hev civiyan.

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ku dawiya meha Adarê pêk tên, li Ewropayê kar dest pê kir. Şêniyên Depê yên li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ne, bi pêşengiya Însiyatîfa Depiyên li Ewropayê li hev civiyan.

Di civînê de li ser hilbijartinên xwecihî pêşniyar hatin kirin. Ciwan Karakoçan li civînê axivî û işaret bi zêdebûna êrîşên li dijî gelê Kurd kir. Karakoçan diyar kir, zext û faşîzm ancax bi wêrekiyê werin têkbirin.

Ciwan Karakoçan anî ziman, ji bo jinûve qezençkirina şaredariyên hatine desteserkirin, hilbijartin gelekî girîng e û ji Kurdistaniyên li Ewrpoayê xwest ku xwe bi rêxistin bikin û hîn bi xurtî tevlî pêvajoyê bibin.

HÊVIYA ME WÊ TI CARÎ NEŞIKÊ

Hevşaredarê berê yê Depê Bûrhan Kocaman jî anî ziman ku serketina il Ewropayê wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike û got, "Dep diyarê berxwedana Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûşan e. Sîstem faşîst a AKP'ê li ser civakê hemû tê ferzkirin û bi çavtirsandinê dixwazin vê sîstemê bidomînin. Em di pêvajoyeke zehmet de bin jî, hêviya me wê ti carî neşikê. Şoreş di pêvajoyên wiha de şîn dibin. Pêwîste mirovên me yên li derveyî welat û yên li Depê bersiva pêwîst bidin."

Hevserokê berê yê HDP'ê yê bajarê Xarpêtê Selahaddîn Bîlînç jî bal kişand ser rola jinan a di hilbijartinê de û diyar kir, xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê moralê didin Kurdistanê. Bîlînç got, "Gelê Depê her tim li ber zilmê rabûye. Karên xweser ên jin û ciwanan wê encama hilbijartinê diyar bike."