ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 29'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Kanûna 2018'an. -
Temellî: Li gel dijminahiya li Kurdan dijminahiya Elewiyan jî tê kirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Îzmîrê serdana malên cemê kirin, anî ziman ku li gel dijminahiya Kurdan dijminahiya Elewiyan jî tê kirin, bibîr xist ku dem demê pêşxistina eniya demokrasiyê ye. -
Hevşaredara girtî Altûn jî di greva birçîbûnê de ye
Greva birçîbûnê ya 10 rojan a Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak ku li cihê wê qeyûm hatibû tayîn kirin, ji aliyê Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a li heman girtîgehê ve hate dewr girtin. -
Serlêdana malbatan a çûyîna Îmralî hate redkirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan ji aliyê serdozgeriyê ve hate redkirin. -
Swîsreyê daxwaza Tirkiyeyê ya îadekirinê red kir
Dewleta Tirk daxwaza îadekirina parêzvanê mafên mirovan Etmeh Açikalin ê ku li sirgûnê li Swîsreyê ye kir. Swîsreyê daxwaza Tirkiyeyê red kir û got, Açikalin nayê îadekirin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên ji bo bîranîna Roboskî -NÛ BÛ
Zarok û ciwanên ku 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê bi balafirên şer ên Tirk hatin kuştin, li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bîranîn. -
Divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan xwestin, tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê. -
Courvoisier: Wê zanyar helwesta xwe ya siyasî bidomînin
Saziya di bin banê Akdemiyên Zanistî yên Ewropayê de biryar da ku di demeke nêz de di derbarê gelek mijarên siyasî de wê bibe xwedî helwest. -
Pûtîn-Rûhanî-Erdogan wê destpêka sala 2019'an li hev rûnên
Hate ragihandin, Serokên dewletên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê wê destpêka sala 2019'an li ser mijara Sûriyeyê li hev bicivin. -
Mihemed Elî: Li herêma me aramî, edalet û hêvî heye
Endamê Komîteya Serokatiyê ya MSD'ê Hesen Mihemed Elî ku li aliyê Reqa û Dêra Zorê dixebite, diyar kir ku li dijî dagirkeriya Tirk û DAÎŞ'ê ew tedbîrên nû digirin û li aliyê din jî hewl didin sîstemeke nû ava bikin. -
'Hemû girtîgeh bûne Îmrali'
Ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Kenan Maçoglu got, polîtîkayên şer ku 5'ê Nîsana 2015'an hatin sazkarkirin, bandora xwe li ser girtîgehan jî kir û domand,''Girtîgeh bûne Îmrali? Erê, tam jî wiha bû''. -
Tevgera Ciwanên Şoreşger destek dan greva birçîbûnê
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin û bang li ciwanên Kurd kirin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev bicivin. -
Kurkçu: Rapora komîsyonê, gundiyên Roboskî sûcdar kir
Kurkçu: Di bûyerê de diviyabû 34 caran cezayê muebbetê bihata dayîn. Lê rapora ku bûyer weke sûc nedît, gundiyên Roboskî yên li her du aliyên sînor ên welatê wan parçe kirine mal dibirin û dianîn, weke 'yekane sûcdar' nîşan da. -
ROJEVA 28'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Kanûna 2018'an. -
64 jê bêdorveger, herî kêm 600 girtî di greva birçîbûnê de ne
Plaforma Azadiyê ya li Dijî Tecrîdê diyar kir ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Ocalan 64 jê ya bêdawî û û bêdorveger, herî kêm 600 girtî di greva birçîbûnê de ne. -
Temellî: Kes nikare îradeya me desteser bike!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî diyar kir ku Tirkiye di navbera tecrîd û demokrasiyê de maye û Leyla Guven silav kir. Temellî got: “Em ê careke din nîşanî vê desthilatdariyê bidin ku ew nikarin îradeya me desteser bikin.” -
ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin, êrîşeke nîjadperestî ye
ÎHD'ê rapora xwe ya li ser cînayeta nîjadperestî ya li Sakaryayê eşkere kir. Hevseroka Giştî Eren Keskîn got, ya ku hatiye kirin êrîşeke nîjadperestî ye. -
Li Îzmîrê operasyonên qirkirinê: 7 kes hatin destgîrkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan girtin malên rêveber û xebatkarên HDP’ê û gelek kes destgîr kirin. -
Li Torontoyê bîranîna Roboskî û Mereşê
Qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê li bajarê Torontoyê hatin bîranîn û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Soro: Rûsya dixwaze xeyalên xwe yên du sed salan pêk bîne
Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro, ku siyaseta Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn baş dişopîne, polîtîkaya Rûsyayê ya li Sûriyeyê û bandora siyasetên li herêmê ya li ser Sûriyeyê nirxand. -
ROJEVA 27'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Kanûna 2018'an. -
2 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyên siyasî Mehmet Erbey û Suleyman Benzer bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. -
Li Îzmîrê 13 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
13 girtiyên li girtîgehê herêma Egeyê tên ragirtin, li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Tirkiye yek ji 10 welatên pêşîn e, yên ku dikarin qirkirinê bikin
Di nav welatan de yên ku dikarin qirkirinê bikin, Tirkiye ket nav 10 welatên pêşîn. -
Greva birçîbûnê ya li Stavrapolê di roja duyemîn de ye
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovkî ya bajarê Stavrapol ê Rûsyayê, 2 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.