Temellî: Divê em mil bidin vê berxwedanê

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Milasê xîtabî gel kir û got, ''Leyla Guven a hêja li dijî vê nedadmendiyê dengê xwe bilind dike, li ber xwe dide. Em jî divê mil bidin vê berxwedanê û geş bikin''.

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li navçeya Mîlasê ya Muglayê xitabî gel kir. Temellî bal kişande ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û got, ''Leyla Guven a hêja li dijî vê nedadmeniyê dengê xwe bilind dike, li ber xwe dide. Divê em jî mil bidin vê berxwedanê, geş bikin.''

Temellî bal kişande ser bêdengiya raya giştî ya demokrat a li bara çalakiya greva birçîbûnê ya Guven û got, ''Heke hûn li dijî vê bêdengiyê deng dernexin ev nedadmendî wê we jî bişewitîne. Dema wê  ye ku li dijî vê nedadmendiyê em wêrek bin û bihistyar bin. An na siberojê dema ku nedadmendî û tundiyê li deriyê we da kesek wê nebe ku ji bo we deng derxîne.''

SLAV LI OCALAN

Temellî got tenê hêviyek heye, ew jî HDP ye, HDK ye û diyar kir, ya ku HDP'ê pêk tîne, rêçek e, ramanek e, vîna jiyanê ya hevpar e û rawesta li ser vê ye. Temellî bi domdarî got, ya ku wan li ser piyan digire vîna pirreng a li welatê hevpar, avakirina komara laîk, demokrat e û got, ''Slav ji wê ramanê re ku me li cem hev digire, slav ji Imraliyê re, slav ji Rêzdar Ocalan re. Dibêjin, çima hûn tim behsa Ocalan dikin, çima hûn tim li ser tecrîdê diaxivin''. Em behs dikin çimkî em aştiyê dixwazin, em dixwazin li vî welatî bi hev re bijîn, em dixwazin dawî li dijminatiyan were.''

DEMA GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE

Temellî bal kişande ser komkujiya dewleta Tirk a li ser Kurdan, Tirkan, Ermenan û got, ''Em bang li dayikan dikin û dibêjin, ''teslîmî cihêkariyê nebin ku ev desthilat ferz dike, li aştiyê xwedî derkevin''. Ji ber ku ev desthilat ji êşê, mirinê, ji şer xwe xwedî dike. Ji ber ku dizane heta ku şer hebe wê li desthilatê bimîne tim şer ferz dike. Em dikarin dawî li vê bînin. HDP têkoşîna aştiyê ye, niha dema wê ye ku em vê geş bikin.''

EM Ê QEYÛMAN BAVÊJIN SER SERGOYA FAŞÎZMÊ

Temellî bal kişande ser hilbijartina xwecih a ku Adarê wê bibe û got, ''Qeyûm hişmendiya faşîst e. Em ê li dijî vê desthilatê ku dixwaze bi hişmendiya qeyûm tevahiya welêt zevt bike em ê qeyûman bavêjin ser sergoya faşîzmê, em ê demokrasî û azadiyê bînin. Qeyûm zilm e, hejarî ye, dizî ye.''

TIRKIYE JÎ HÊZEKE DERVE YE, BILA VEKIŞE

Temellî li ser êrîş û gefên deweta Tirk a li ser Rojava/Bakurê Sûriyê jî got, ''Dibêjin, bila 'ew vekişi, ev vekişiya''bila hemû vekişin. Bija dawî li DAÎŞ'ê were û hemû hêz vekişin. Tirkiye jî hêzeke derve ye, bila vekişe. Gelên Sûriyê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî, bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl bi aştiyê divê siberojê ava bkin. Cinêv ji vî alî ve maseyeke girîng e. Divê maseya li Cinêvê kêm nemîne. Hmeû dînamîkên Rojava, hemû gel divê li dor wê masê bicivin. Dewletên garantor nikarin maseya Cinêvê diyar bikin. Divê gelên Sûriyê maseya Cinêvê ava bikin. Dewletên ku ji xwe re garantor dibêjin divê vî karî bi dest NY'yê ve berdin.''