Dayikên Şemiyê: Tirkiye kirin dojeha nedadiyê

Dayikên Şemiyê di çalakiya dawî ya sala 2018'an de jî bûn hedefa zexta polîsan. Dayikan gotin, "Tirkiye kirine dojehe nehiqûqî û nedadiyê."

Dayikên Şemiyê cara 718'an hatin cem hev û di nava dorpêça polîsên Tirk de li xizmên xwe yên ku hatine nebedîkirin pirsîn.

Di çalakiya Dayikên Aştiyê de Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û hunermenda sînameya Nûr Surer hazir bûn. Dayikan diyar kirin ku 2019'an jî ew ê li xizmên xwe yên nebedî bipirsin.

Endama Komîsyona ya Dijî Nebedîkirinên dema Destgîrkirinê ya Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê Sebla Arcan daxuyanî xwend û got, ew hêvî dikin sala 2019'an bibe sala bigihin kesên ku hatine nebedîkirin û hesab ji bepirsan were pirsîn.

'DEWLET BI TOMA, MERTAL Û ÇEKAN BERSIV DA'

Arcan zext û zordariya hêzên dewletê yên ji 25'ê Tebaxa 2018'an a ve ya li Meydana Galatasarayê ya li dijî Dayikên Şemiyê bi bîr xist û got, dewleta ku muxatabê daxwazên wan ê rewa ye, bi TOMA mertal, wesayitên destgîrkirinê, çakan û bombeyan bersiv daye wan.

Arcan daxwazên xwe yên ji bo sala 2019'an jî wiha rêz kir:

DAXWAZ

Hate xwestin; - Dawî li kirinên ji kontrolê dûr, kêfî û binpêkirinên mafan ên giran were.
-Bila dorpêça polîsan a li Galatasarayê rabe.
-Bila nema daxuyaniya çapemeniyê ya bi aştî ya li Galatasarayê ku ji 27'ê Gulana 1995'an ve didome, were astengkirin.
-Bila vîna siyasî û edlî were nîşandan ku aqûbeta xizmên me derxîne holê, berpirs bi darzizandinê werin cezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yên ku têkiliya welatî û dewletê ji têkiliya demokratîk a li ser mafê mirovan derxistine û Tirkiye kirine dojeha nehiqûqî, nedadî û kêfiyetê bila bizanibin ku em ê dev ji maf û azadiyên xwe neqerin û dev ji Galatasarayê bernedin."

'EV 23 SAL IN EM DIÊŞIN'

Ayşe Tepe, xwîşka nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku dema hatî destgîrkirin hate nebedîkirin li dijî ablûkaya dewletê helwesta xwe nîşan da, diyar kir ku ew ê mafên xwe yên demokratîk bi cih bînin û got: "Ji bo me salên giran û bi êş derbas bûn. Hîç bi kêfxweşî em neketin sala nû. Ev 23 sal in em diêşin. Em dixwazin kesek van êşan nejî. Em naxwazin ku 2019'an kesek were nebedîkirin û kesek biêşe."