Temellî: Daxwaz zelal e; bila tecrîd bi dawî bibe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî: Leyla Guven daxwazeke zelal tîne ziman. Dibêje, 'Bila tecrîd bi dawî bibe, parêzerên Birêz Ocalan karibin tavilê hevdîtinê bikin'. Bû 52 roj, dem derbas dibe û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Guven hene.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Îzmîrê serdana rêxistinên partiya xwe yên bajar û navçeyan kir.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Temellî di dema serdanê de daxuyaniyek da û destpêkê bi bîr xist ku girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba di dema rûniştina dozê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Temellî got, "Em li welatekî welê ne ku asta bêhiqûqiyê bi vî rengî ye. Ev yek hiqûqa dijminatiyê ye."

TECRÎD DIVÊ TAVILÊ BI DAWÎ BIBE

Temellî bi bîr xist ku zêdeyî 1100 girtiyên nexweş hene, nêzî 500 ji wan li ber mirinê ne û tevî ku wan gelek caran serî li Wezareta Edaletê dan, gavek di vî warî de nehatiye avêtin. Temellî got, tevî ku gelek nexweşiyên Akbaba hebûn, derman jê re nedihat dayin. Leyla Guven daxwazeke zelal tîne ziman. Dibêje, 'Bila tecrîd bi dawî bibe, parêzerên Birêz Ocalan karibin tavilê hevdîtinê bikin'. Bû 52 roj, dem derbas dibe û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Guven hene. Ev xemsarî û bêdengî wê rê li ber rewşeke neyînî di tenduristiya wê de veke."

Temellî bang li raya giştî kir û got, "Divê her kes di vê mijarê de bi berpirsyarî rabe. Eger li Tirkiyeyê ji bo aştiya civakî wê gav were avêtin, divê her kes bikeve bin vî barî û di mijara rakirina tecrîdê de bibe dengê Leyla Guven. Pêwîste tavilê gav were avêtin û dawî li vê bê edaletiya mezin were anîn."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Di dewama axaftian xwe de Temellî bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û got, "Li dijî vê bê edaletî û tekperestiya desthilatdariyê, girîng e gelên Tirkiyeyê di hilbijartinên xwecihî de sekneke xurt nîşan bide û di hilbijartinê de aştî û demokrasiyê bi ser bixîne. Em dikarin vê bikin, em dikarin bi ser bikevin. Bendewariya gelên Tirkiyeyê, civak û kedkarên Tirkiyeyê ev e.

Li cihê ku bi navê HDP'ê em nikaribin şaredariyê bi dest bixin, em ê destekê bidin hêzên demokrasiyê û namzetên di vê çarçoveyê de hatine diyarkirin. Li Manîsa, Îzmîr û Aydinê di hevdîtinan de eşkere bû ku bendewariya gelê me bi giranî bi vî rengî ye."

BIRYARA DYE'YÊ YA VEKIŞÎNÊ

Di dawiya daxuyaniyê de Temellî bersiv da pirsên nûçegihanan û li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ji bo vekişîna ji Sûriyeyê ev nirxandin kir:

"Vekişîna hêzên derve biryareke rast e. Em alîgirê wê yekê ne ku hêzên di ser çareseriya çekdarî ya ku wê derê milîtarîze dikin tevdigerin, hemû vekişin. Roja ku biryara DYE'yê hate eşkerekirin, me ev rasgihandibû û gotibû, divê hemû hêzên derve vekişin. Lê belê vekişîna hêzên derve di çarçoveya bernameyekê de ye. Piştgiriya ku gelên Sûriyeyê, rêveberiya Sûriyeyê pêwîstiya xwe pê heye, divê derhal neyê birîn. Ji ber ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Sedema hebûna hêzên leşkerî yên li vir çi bû? Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû. Karê sereke ye ku DAÎŞ bi temamî bê tasfiyekirin. Desteka di vî warî de ji aliyê her kesî ve erênî hatiye dîtin. Eger têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê deynin aliyekî û li ser bazarên cuda vekişîn bibe yan nebe, ev bi kêrî gelên Sûriyeyê nayê. Divê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê tavilê bê biserxistin û hêzên derve hemû DYE, Rûsya û Tirkiye ji wir vekişin. Gelên Sûriyeyê wê li hev bicivin û çareseriyê biafirînin. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî." 

Temellî diyar kir, divê gavên ku rê li ber xurtbûna DAÎŞ'ê vekin neyên avêtin.