Ji bo girtiyên nexweş li 4 bajaran çalakî hatin lidarxistin

Li Stenbol, Edene, Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin û işaret bi rewşa krîtîk a tenduristiya wan hate kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê, ji bo berdana girtiyên nexweş xwest li meydana Galatasarayê cara 535'an çalakiya rûniştinê pêk bîne, lê polîsên Tirk nehiştin. Ji ber vê yekê li ber avahiya ÎHD'ê daxuyanî hate dayin.

Endama Komîsyonê Hatîce Onaran bi bîr xist ku binpêkirina mafên mirovan û bêhiqûqiya li girtîgehan di sala 2018'an de qat bi qat zêde bûne û bal kişand ser girtiya nexweş Mevlude Başdaş a 61 salî ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye.

Onaran diyar kir, li gel nexweşiyên tansiyon, astim û gelek nexweşiyên din ên kronîk, Başdaş du caran ji dilê xwe emeliyat bûye û tevî ku Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora '86 ji sedî astengdar e' daye wê, Saziya Tipa Edlî rapora 'Dikare li girtîgehê bimîne' daye.

Onaran got, rewşa tenduristiyê ya Başdaş roj bi roj giran dibe û qala axaftina girtiyên li gel wê kir: "Em hewl didin çi ji destê me bê bikin û lê binerin. Malbata wê ji xwe li Mêrdînê ye. Heta tên vê derê perîşan dibin. Li vir girtiyên bi nexweşiyên giran hene, lê rewşa dayika Mevlude nebaş e. Hefteya bihurî dilê wê gelekî diêşiya. Digot, 'Ez ê li vir bimirim'."

EDENE

Endamên Komîsyona Girtîgehan Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Baybars ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2'an a Osmaniyeyê ye.

Endamê komîsyonê Nejat Okay di destpêkê de girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba bi bîr anî ku di dema rûniştina dozê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Okay diyar kir, girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin mafên wan ên jiyanê tên binpêkirin û got, yek ji van jî Abdulkadîr Baybars e ku li Nisêbînê di dema êrîşên qirker de bi birîndarî hate girtin.

Okay ragihand ku parçeyekî şarapnelê li cihekî nêzî dilê Baybars ketiye, tevî vê yekê jî 7 meh in li hucreyekê ye û nayê dermankirin.

Okay anî ziman, rewşa Baybars giran e ku nikare bi hêsanî hilmê bistîne.

ENQERE

Însiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2. a Rihayê tê girtin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û got, Guler 92 ji sedî astengdar e û ev yek bi raporan hatiye tespîtkirin.

Çevîrmen diyar kir, di tehlîla dawî de teşxîsa Hepatît-C li Guler hatiye danîn û divê tavilê bê dermankirin.

ÎZMÎR

Şaxê Îzmîrê yê ÎHD'ê jî ji bo balê bikişîne ser 5 girtiyên nexweş ên li girtîgehên herêma Egeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Sekreterê Şaxê ÎHD'ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û qala rewşa giran a tenduristiyê ya girtiyên bi navê Omer Mûtlû, Îbrahîm Yagiz, Ferdî Tayfûr, Şiyar Aydemîr û Firat Yagmakan kir.

Çîçek hişyarî da û got, heta ku xemsariya li pêşberî rewşa girtiyên nexweş dewam bike, wê mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin.