Çalakgerên Strasboûrgê peyam dan: Wê bibe sala azadiya Rêbertî

15 çalakgerên greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger, ji bo sala nû peyamek dan û diyar kirin ku di sala 2019'an de wê ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê têkoşîn bê geşkirin û faşîzm were têkbirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, 2018 ji bo gelê Kurd bûye saleke ku berxwedan lê geş bûye û hate bibîrxistin, ku gelê Kukrd li çar parçeyên Kurdistanê li dijî komkujiyan li ber xwe daye. Çalakgeran diyar kirin, gelê Kurd tirsa ji çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar şikand û bû hêvî û hêv ji gelên Rojhilata Navîn û dinyayê re. Hate ragihandin bi sala têkoşîna sala 2018'an DAÎŞ tengav bûye.

'JI BO PÊŞÎ LI TINEBÛNA XWE BIGIRIN, BI DERFETÊN XWE HEMÛYAN ÊRÎŞ DIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi mezinbûna têkoşîna azadiyê re, hêzên serdest, dagirker û faşîst ji bo ji nû ve komployê bikin, dest bi êrîşê kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li dijî polîtîkayên durû yên Emerîka û Ewropayê, Kurdan bi navê mirovahiyê bi xurtî û berfirehî li ber xwe dane û hate destnîşankirin, rûyê faşîst ê AKP û Erdogan sala 2018'an bi dagirkirina Efrînê hîn eşkere bûye.

Çalakgeran diyar kirin, tifaqa faşîst a Edogan û AKP-MHP'ê ji bo pêşî li tinebûna xwe bigirin, bi derfetên xwe yên şer hemûyan êrîşî gelê Kurd û destketiyên wan dike.

'EM BI XURTKIRINA BERXWEDANÊ DEST BI SALA NÛ DIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em jî, gelê Kurd bi xurtkirina berxwedanê dest bi sala 2019'an dike. Di sala nû de wê li dijî planên komkujî û dagirkeriyê yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, wê berxwedaneke xurt bê kirin û planên wan (dagirker) wê ji hev werin xistin. Di sala 2019'an de têkoşîna azadiyê ya li dijî Erdogan ê dîktator, wê bi ser bikeve."

Di daxuyaniya çalakgeran de hate ragihandin, di sala 2019'an de wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û faşîzm têk biçe û hate gotin, 2019 wê bibe sala azadiya Rêbertî û gel.

JI BO XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ BANG HATE KIRIN

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li gelê Kurd dikin ku bi şiyara 'tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin' berxwedan û têkoşînê xurt bike. Sala 2019'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo û Kurdistanê."

Herî dawî jîs ala nû li gelê Kurd û mirovahiyê hate pîrozkirin.