ROJEVA 31'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê têne kirin wê bên şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ji bo Kurdan a herî pêwîst; platforma têkoşîn û piştevaniyê ye û got, "Ev bi ser neyê xistin, hingî wê bi kêrî armanca mêtingeran bê."

- Ji Meksîkayê peyamek ji bo piştgiriya Rojava hate şandin. Di peyamê de hate gotin, "Em xwişk û birayên sor ên gelê Rojva ne. Xewn û xeyalên wan ê me ne, ew ji welatê me ne."

- Endama Meclîsa Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê kir û diyar kir, tecrîd li dijî hiqûqê ye.

- Şervanên QSD'ê, sala 2017'an Reqa ji DAÎŞ'ê rizgar kirin û sala 2018'an jî şerê xwe yê li dijî DAÎŞ'ê dewam kirin. Pêkhateyên QSD'ê di nava salê de berxwedana herî mezin li dijî dewleta Tirk û komên wê yên çete da.

- Navenda enformasyonê ya Jin Rabin Ser Piya, ji bo Efrîniyên piştî dagirkeriya Tirk neçar man li kampan bimînin, dest bi kampanya alîkariyê kir.