Graham: Trûmp wê vekişîna ji Sûriyeyê sist bike

Ji ber zêdebûna nerazîbûna, tê gotin ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp amade ye ku vekişîna ji Sûriyeyê 'heta tinebûna DAÎŞ'ê sist bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp, di demekê de ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hîn dewam dike, eşkere kir ku wê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Hem Wezareta Parastinê, hem jî endamên partiya wî nerazîbûn nîşanî wî dabûn.

Yek ji kesên ku biryara Trûmp bi rengê herî tund rexne kir, endamê Partiya Komarger senator Lîndsey Graham e. Graham doh bi Trûmp re rûnişt û ragihand, 'amade ye ku vekişînê sist bike'.

'FÊHM DIKE KU DIVÊ EM VÎ KARÎ BI DAWÎ BIKIN'

Graham piştî hevdîtina bi Trûmp re daxuyaniyek da û anî ziman ku wî fikarên xwe yên li ser qelsbûna têkoşîna dijî DAÎŞ'ê ragihandiye û got, di encama hevdîtinê de 'fikar pê re nemaye'.

'EM Ê BI RENGEKÎ AQILANE VEKIŞÎNÊ SIST BIKIN'

Senatorê Komarger Lîndsey Graham bi dewamî got, "Em ê wan tiştan (vekişîn) bi rengekî aqilane sist bikin."