Parlamentera meclîsa federal: Divê tecrîd tavilê bê rakirin

Endama Meclîsa Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê kir û diyar kir, tecrîd li dijî hiqûqê ye.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 17'ê Kanûnê bi rengekî bê dawî û bê dorveger li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, dewam dike. Endama Partiya Çep a Elman parlamenter Gokay Akbûlût serdana çalakgeran kir.

'EM DESTEKÊ DIDIN ÇALAKIYÊ Û DAXWAZÊN ÇALAKGERAN'

Akbûlût diyar kir, ji bo piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê ew hatiye Strasboûrgê û anî ziman, Dîe Lînke (Partiya Çep) piştgiriyê dide daxwazên çalakgeran. Akbûlût anî ziman, divê tecrîd tavilê bê rakirin û got, wê daxwazên çalkageran bigihîne saziyên pêwendîdar û partiyan.

Akbûlût da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku 54 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye.

'LI DIJÎ GEFÊN DAGIRKERIYÊ, EM Ê LI MECLÎSA FEDERAL BIXEBITIN'

Akbûlût bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava û diyar kir, herî dawî wan pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsa Federal kirin û tê de ragihandin, hebûna artêşa Tirk a li Rojava li dijî hiqûqa navneteweyî ye û divê tavilê vekişin.

Akbûlût diyar kir, partiya wan Dîe Lînke hem li nava parlamentê hem jî li derve wê ji bo destekkirina greva birçîbûnê û rabûna li ser şerê tê kirin, piştgiriyê bide têkoşîna gelê Kurd.

Gokay Akbûlût bi bîr xist, ku çekên Elman di êrîşa dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bikaranîn û got, "Em dixwazin ji Tirkiyeyê re êdî çek neyên firotin."

'TECRÎD LI DIJÎ PEYMANAN E; DIVÊ TAVILÊ WERE RAKIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Akbûlût diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya heyî û got, "Pêwîste tecrîd tavilê bê rakirin. Tecrîd êşkence ye. Tecrîd li dijî peymanên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî, CPT û Parlamenta Ewropayê ye."