Erdogan û Barzanî di lîsteya piştgiriya terorê ya Sûriyeyê de ne

Komîteya Dijî Pereyên Qirêj û  Dijî Piştgiriya Terorê ya Sûriyê di nava lîsteyekî de navê siyasetmedarên têcir  weşandiye ku bi mesrefkirina pereyên zêde hewl dane li Sûriyê terorê pêş bixin.

Komîteya Dijî  Pereyên Qirêjî û Dijî Piştgiriya Terorê ya Sûriyê li gor du biryarên 1267 (ya sala 1999) û 1373 (ya sala 2001) lîsteyek ku navê 615 kesayet û dezgehên Erebî û ne-Erebî weşandiye ku di belavkirina terorê di wî welatî de rolê wan hebûye.

Li gorî lîsteyê di rêza yekem de Sûriye, Erebîstan, Libnan û Kuweyt tên. Li gorî vê 58 ji sedî kesateyên li Sûriyêyê, 10 ji sedî yê Erebîstan, 6 ji sedî yê Lîbnan, 5 ji sedî yê Kuweytê ne. Her wiha di lîsteyê de navê kesayetên cûda yên ji 26 welatên din jî hene.

Di nava kesayetên ne-Ereb de jî navên weke dîktatorê Tirkiyê Erdogan, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglû û du melayên din bi navê Nuredin Yıldız û Mûrat Paşa derdikeve holê.

Di lîsteya kesayetên Iraqî de jî navê kurê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî Mesrûr Barzanî û Haris Silêman El-Darî heyee ku li Sûriyeyê piştgiriyê didin terorê. Balkeş e ku Mesûd Barzanî niha hewl dide kurê xwe Mesrûr Barzanî ji bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê erkdar bike.

Hêjayê gotinê ye ku biryarên 1267, 1989, 2253 di derbarê wan kes, kom ango dezgehan e ku têkiliya wan bi komên terorîstî weke DAÎŞ û El-Qaidê heye. Biryarên navborî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hatine nivîsandin û pejirandin.