DAÎŞ'ê li Xaneqîn û Celawlayê êrîş kir

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser bendeke kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê ya li navbera Xaneqîn û Celawlayê. Di êrîşê de 2 polîs hatin kuştin. Agahî ji komeke din a polîsan jî nayê girtin.

Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev saet 22'an, li gundê Helavîn ê navbera Xaneqîn û Celawlayê êrîş birin ser benda kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, çeteyên DAÎŞ'ê beriya êrîş bikin dor li benda kontrolê ya polîsan girtin û piştî ku agir berdan sê wesayitên polîsan, dest bi êrîşê kirin. Di êrîşê de 2 polîs hatin kuştin, agahî ji komek ji polîsan jî nayê girtin.

GUNDIYAN LI DIJÎ DAÎŞ'Ê ŞER KIRIN

Çeteyên DAÎŞ'ê dema êrîşî benda kontrolê ya polîsan kirin, di heman demê de dor li gundê Qaye yê li herêmê girtin. Gundiyan jî bi çekan bersiv dan çeteyên DAÎŞ'ê û gundê xwe parastin. Çeteyên DAÎŞ'ê ku dîtin gundî bi çekê gundê xwe diparêzin, piştî demeke kin ji derdora gund çûn.

ŞERÊ LI NÊZÎ GUNDÊ HUSEYNIYE

Eşkere bû ku çeteyên DAÎŞ'ê di heman demê de êrîşî benda kontrolê ya polîsan a Nakşîbendî kirin ku li nêzî gundê Huseyniye ye. Piştî ku hêzên ewlekariyê yên li benda kontrolê bersiva çeteyan dan, şer derket. Şer nêzî du saetan dewam kir û çete piştre vekişiyan.

LI QERETEPEYÊ ÊRÎŞ

Yek ji hedefên êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê, bendên kontrolê yên Heşdî Şabî bûn ku li navçeya Qeretepe ya li nêzî Celawla ye. Hêzên Heşdî Şabî bersiva êrîşê dan û şer derket. Hate ragihandin, di şer de tiştek bi kesî nehatiye û çeteyên DAÎŞ'ê xwe vekişandine.

Çeteyên DAÎŞ'ê mehên dawî êrîşên xwe yên li ser Xaneqîn û derdora wê zêde kiriye. Meha dawî di êrîşên DAÎŞ'ê de 15 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.