Li Ûppsala û Berlînê bîranîna Mereş û Roboskî

Li bajarê Ûppsala yê Swêdê û li paytexta Elmanya Berlînê qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskî hatin bîranîn.

Li bajarê Ûppsala yê Swêdê di çalakiya bîranînê de qisekeran gotin, ji bo pêşî li rûdana komkujiyên nû were anîn, divê kiryarên komkujiyên Mereş, Roboskî û komkujiyên din werin eşkere û cezakirin.

Merasîma bîranînê ji ailyê Federasyona Elewiyan a Swêdê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ûppsalayê ve hate organîzekirin. Pankarteke bi Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa "Ji Mereşê heta Robosskî me komkujî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" li ser dikê hate daliqandin.

Bi navê Federasyona Elewiyan Alî Çagan piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û diyar kir, bi rêya komkujiyê xwestin gelên ku salên dûr û dirêj li Mereşê bi hev re dijîn, bikin dijminê hev.

Qisekeran gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xistin û gelê Kurd û dostên wan kirin ku li ber êrîşên dewleta Tirk rabin û piştgiriyê bidin gelê Rojava.

Her wiha işaret bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven hate kirin û hate gotin, ji bo encam bê girtin divê piştgiriya ji bo vê çalakiyê bê zêdekirin.

Di dewama civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser komkujiyên Mereş, Roboskî û Ûlûcanlarê hate nîşandan. Herî dawî Alî Çagan, Seyît Han, Asli  Yalçinoglû û Rozerîn derketin ser dikê. Helbestvan Adnan Dogan jî helbestên xwe xwend.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN civîna bîranînê organîze kir.

Bîranînê danê nîvro li komeleya NAVDEM'ê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevseroka NCDK'ê ya Berlînê Melek Yûla destpêkê axivî. Yûla diyar kir, gel û mirovahî wê hesabê komkujiyan hemûyan teqez ji dewleta Tirk a faşîst bipirsin.

Yûla berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî silav kir û û silavên xwe ji berxwedêrên li Strasboûrgê re şand.

Hevserokê NCDK a Berlînê Yeko Ardil jî diyar kir, sîstema kujer a dewleta Tirk ji roja ji Asya Navîn hatiye û heta niha bi barbarî dewam dike.

Ardil bal kişand ser komkujiya Roboskî û got, "Ev komkujî îspat dike bê faşîzm û barbariya Tirk ji bo mirovahiyê çiqasî metirsîdar e" û got, ji Mereşê heta Roboskî wê ti ji komkujiyan ji bîr nekin û nehêlin bê jibîrkirin.

Civîna bîranîna komkujiya Roboskî bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.