Serdanên ji bo greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dewam dike

Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li Strasboûrgê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi piştgiriya gel û nûnerên saziyan dewam dike.

Di roja 14'an a grevê de, bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyan serdana çalakgeran kirin. Bi navê Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADHK) Yûsûf Demîr, Hevserokê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) Suleyman Gurcan jî serdana çalakgeran kirin. Nûnerên ADHK û ATÎK'ê diyar kir ku ew xwedî li çalakiyên li dijî tecrîdê derdikevin.

Ji gelek bajarên Elmanya û Fransayê, endam û rêveberên Navendên Civaka Demokratîk jî berê xwe dan Strasboûrgê. Di nava van de nûnerên Komeleya Dostaniya Kurd-Elman a Eyaleta Bavyerayê, saziyên li Hambûrg, Bremen, Dûîsbûrg, Bonn, Dusseldorf û Wûppertalê jî hene.

Her wiha gelek Kurdistanî ji bajarê Mulhoûse yê Fransayê piştgirî dan çalakgeran.

MSD Û PYD'Ê DESTEK DAN

Nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî serdana çalakgeran kirin û piştgirî dan wan.

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê 17'ê Kanûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kiribû.