Xeta berxwedanê ya Hewlêr û Gallerê

Li Hewlêrê Nasir Yagiz 39 roj in û li Gallerê jî Îlhan Şîş 13 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêrdoveger de ne. Herdu çalakger diyar dikin ku daxwazên wan ne şexî ne û armanca wan ev e ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Nasir Yagiz li Hewlêrê ev 39 roj in, di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Rewşa Yagiz êdî di qonaxa krîtîk de ye. Li aliyê din, roja ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dest pê kir, Îlhan Şîş jî li bajarê welatê Galiyan Newportê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Her du çalakger jî dibêjin daxwazên wan şexsî nîn in, û ew li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

JI ÊLIHÊ BER BI HEWLÊRÊ

Nasir Yagi di sala 1992´yan li Êlihê hatiye dinê. Ev 39 roj in li Hewlêrê bi tena serê xwe di greva biçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Yagiz di qonaxeke de ye û nava rojê êdî vedirîşe jî. Lê dîsa jî moralê Yagiz bilind e û ew moralê dide kesên tên serdana wî jî. Yagiz wekî din dibêje, heger guh nedin daxwazên wan, ew difikire ku çalakiya xwe veguherîne rojiya mirinê. Hevalên Yagiz ên ku ji rewşa Yagiz fikaran dikin, xwest ku tavilê daxwazên wî bên bi cih anîn.

Yagiz piştî 2014´an bû berdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP´a Êlihê. Di sala 2016´an de 7 mehan di hepsa Êlihê de ma, di 2017 û 2018´an de 5 caran hat destgîrkirin. Yagiz ji ber çalakiyên Mertalên Zindî û Berxwedana Xwerêveberiyan tê dadgehkirin. Jixwe ji ber vê yekê ew çû Başûrê Kurdistanê û bi navê endamê Meclîsa HDP´a Hewlêrê xebatên xwe didomîne.

BERXWEDÊRÊ ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ

Yagiz ji çalakgerên Mertalên Zindî bû ku sala 2015´an li navçeya Êlihê Qabilcewzê li hawîrdora Kelhesenê pêşiya operasyona eskerên Tirk a li dijî gerîlayên Kurd girtin. Ev doza wî bi doza Berxwedana Xwerêveberinê re kirin yek û di parêznameya xwe de wî got, “Mafê herî xwezayî ye ku gel xwe bi rê ve bibe. Ev daxwazeke rast e û ez pişta wê digirim.”

Yagiz ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dibêje, “Ev rabûna serpiyan a wicdanî yek ji wan gavan e ku wê wê siyasetên tesfiyekirinê û yên tecrîdê yên van demên dawî pûç bikin. Ez ji dil bawer dikim, heger em bi ruhê seferberiyê li her derî rabin ser piyan, em ê bi ser bikevin. Ez vê çalakiyê weke redkirina koletiyê û ji bo azadiyê tercîhkirina mirineke bi rûmet dibînim.”

NAMEYA YAGIZ A JI CPT’Ê RE

Yagiz bang li rêxistinên mafê mirovan jî kir û got, piştî daxuyaniya çapemeniyê ew ê nameyekê ji CPT´yê re bişîne. Di nameyê de ew ê bibêje: “Ji ber ku hûn xwedî li erkên xwe dernakevin, ez neçar mam bi rengê ku jiyana xwe bixim tehlûkeyê înîsiyatîfê werbigirim. Ev bi îradeya xwe ya azad didim zanîn, heta ku tecrîdkirina Ocalan neşike û bi rêya we em xeberekê ji wî wernegirin, ez ê çalakiya xwe veguherînim rojiya mirinê. Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn sedema şer û aştiyê ye. Ji ber wê ji bo gelan heyatî ye ku ji wî xeberek bê girtin. Ez bang li we dikim ku hûn van grevên birçîbûnê bêyî ku kesek bimire bi dawî bikin û xwedî li erkên xwe derkevin.”

ÎMAM ŞÎŞ: DIVÊ MIN TIŞTEK BIKIRA

Îmam Şîş jî 32 salî ye. Sala 2005´an ew ji Elbistanê koçî Ingilîstanê dike û ji sala 2013’an ve jî li Welatê Galiyan dimîne. Malbata Şîş ji ber nasnameya xwe ya Elewî û Kurd rastî zextan hatibû. Birayê wî Mehmet Şîş (Rohat Nûrhak) tevlî nav refên PKK´ê dibe û sala 2016´an şehîd dibe.

Îmam Şîş roja ku greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger li Strasboûrgê dest pê kir, li bajarê Welatê Galiyan Newportê bi tena serê xwe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Şîş got ku “Helbet ez ji bo Rêbertiya me ketim greva birçîbûnê. Çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêbertiyê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir. Min jî wisa hîs kir ku divê tiştekî bikim. Rêber Apo ji nû ve bîreweriya Kurdbûnê û civakîbûna me da me. Min êrîşa li dijî îradeya min a siyasî li dijî xwe qebûl kir. Ji ber vê jî bi piştgiriya bi çalakgerên li Strasboûrgê, bi Leyla Guven, girtiyên PKK´yî û PJAK´î re bin jî biryara çalakiyê da.”

ŞÎŞ: BERDÊL ÇI BE EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN

Şîş got, “Di siyaseta Îmraliyê de tenê nîne. Hemû zehmetî bi berxwedanê li pey hatin hiştin. Em ji Rêbertiyê fêrî vê bûn. Em biryardar in. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê dewam bikin. Ti rêyeke din li ber me nema. Divê em mal bi mal bigerin her kesî bi rêxistin bikin. Li hemû komele û meclîsan divê em vê bîreweriyê belav bikin. Ez xemsariya çepgiran jî rûreş dikim. Heger em ji xwe re dibêjin enternasyonalîst, divê em pişta gelê Kurd bigirin. Beriya ku rewşa Leyla Guven xetertir bibe, divê em bikin ku daxwazên wê pêk werin. Divê CPT û DMME erkê xwe bi cih bînin û dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin.”

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA