Banga ‘Divê dorpêça li ser Mexmûrê tavilê rabe’ hat kirin
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bang li rêveberên Enqere, Hewlêr û Bexdayê kir ku dorpêç û ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê bê rakirin.
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bang li rêveberên Enqere, Hewlêr û Bexdayê kir ku dorpêç û ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê bê rakirin.
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Kampa Penaberan a Mexmûrê ku ji 10’ê Nîsanê û vir ve di dorpêçeke giran de ye.
ZEXT Û ZILM
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Gelê Kurd ji ber polîtîkayên neyînî yên dewletên Rojhilata Navîn heya îro bi gelek rewş û şert û mercên dijwar re rû bi rû maye. Li hin welatan hebûna Kurdan hate red kirin û li hinan jî mafên wan ên siyasî û çandî nehatin naskirin. Weke encameke van polîtîkayên antî-demokratîk bi milyonan keç û xortên gelê Kurd yan hatin girtin yan hatin binaxkirin yan jî hatin sirgunkirin. Yek ji encameke vê ya girîng bêguman Kampa Penaberan a Mexmûrê ye. Mixabin ku di salên 1990’î de li Tirkiyeyê li gelê Kurd zext û zulmên giran hatin kirin. Ji ber ku ji pirsgirêka Kurd re serî li çareseriyeke demokratîk nehate dayîn, li her derê polîtîkayên ewlehiyê hatin sepandin. Di çarçoveya van polîtîkayan de bi hezaran gund hatin şewitandin, valakirin û bi hezaran kes ji gundên xwe hatin derxistin. Ji ber vê yekê di salên 1993-1994’an de bi hezaran kes neçar man ku koç bikin û berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.
Rêwitiya zarok, ciwan û jinan ya ji kampên cuda ber bi Zaxoyê ve û ji wir jî ber bi Mexmûrê ve gelekî dijwar û bi êş bû. Ji ber vê yekê qebûlkirina weke penaberên siyasî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve piştî çend salên din pêk hat û Kampa Penaberan a Mexmûrê kete bin kontrola Neteweyên Yekbûyî. Lê belê tevî ku Kampa Penaberan a Mexmûrê di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî jî de ye gelek caran bi erîş û astengiyan re rû bi rû ma û mixabin ku ev rewş neguherî.’’
HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN
‘’Mafên penaberan ên ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tên parastin, bi taybetî jî ji ber xemsariya mîsyona NY’ê ji aliyê hêz û dewletên herêmî ve gelek caran hatin binpêkirin. Bi vî awayî jiyana rojane ya zêdetirî 13 hezar kesên li Kampa Penaberan a Mexmûrê dimînin, her ku diçe zehmettir dibe.’’
AMBARGOYA KU JI 10’Ê NÎSANÊ Û VIR VE DEWAM DIKE
Herî dawî hikûmeta Bexdayê ji 10’ê Nîsana 2025’an û vir ve li hemberî kampa Mexmûrê ambargoyeke giran kir meriyete. Di encama vê ambargoyê de, şêniyên kampê nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin, xizmetên şaredariyê nayên dayîn û mafên tenduristiyê tên astengkirin. Tevî ku di 14’ê Gulanê de şandeyek ji bo rakirina vê ambargoyê çûbû Bexdayê jî, şande di vegerê de ji aliye hêzên Iraqê ve hatine ragirtin û heta roja îro jî nehatine berdan.
DIVÊ NY’Ê TAVILÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ
Weke Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, diyar dikin ku em ambargo û dorpêçiya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê napejirînin û bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em helwesta nûnerên berpirsiyar ên Neteweyên Yekbûyî jî rexne dikin û bang li wan dikin ku demildest li gorî rol û mîsyona xwe tevbigerin. Di vê çarçoveyê de divê ambargo were bidawîkirin, mafê tendurîstî û geşt û xebatê were parastin, pêşî li êrîşên hewayî û dorpêça wargehê were girtin.
DIVÊ MAFÊ GELÊ MEXMÛRÊ BÊNASKIRIN
Banga me li hikûmetên Bexda, Hewlêr û Enqereyê ye ku divê mafên gelê sivîl ên Wargeha Mexmûrê were naskirin û parastin. Lewra Mexmûr, cihê bi hezaran kesên sivîl e û li wir 31 sal e jiyaneke sivîl heye. Divê tu car neyê jibîrkirin ku çîroka gelê Mexmûrê, yek çîroka civakekê ye ku di nava zor û zehmetiyan de dev ji rûmet û hebûna xwe bernedaye. Em dizanin ku sedema êrîşên li ser gelê Mexmûrê jî ev heqîqet e.
EM Ê TU CAR BÊDENG NEMÎNIN
Em ê li hemberî êrîş û ambargoyên li ser penaberên Mexmûrê tu car bê deng nemînin û her tim ligel xwişk û birayên xwe bin. Hêvî û banga me ew e ku bila demildest daxwaz û bendewariyên penaberên Mexmûrê werin bicîh anîn. Lewra polîtîkayên li ser Wargeha Mexmûrê li gorî yasayên hiquqî yên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî jî sûc e û nayê qebûlkirin.”