Hollande: Êrîşa gengaz a Tirkiyeyê wê terorîzmê har bike

Serokkomarê berê yê Fransayê Hollande bi bîr xist, Kurdan di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de berdêlên giran dan û hişyarî da; êrîşeke gengaz a Tirkiyeyê wê terorîzmê har bike.

Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande, piştî hevdîtina bi Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Fransayê Dr. Xalid Îsa daxuyaniyek da. Hollande li dijî dagirkeriya gengaz a dewleta Tirk, hişyarî da.

Hollande bi bîr xist, gelê Kurd di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de berdêlên gelekî giran daye û got, "Kurdan bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, yanî bi piştgiriya Fransayê jî, di têkoşîna dijî koma DAÎŞ'ê de bi roleke girîng rabûn."

'KURDAN BERDÊLÊN GIRAN ÊN ÎNSANÎ DAN'

Hollande got, "Kurdan li Sûriyeyê di şerê dijî terorîzmê de berdêlên giran ên însanî dane" û fikarên xwe yên li ser biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a ji bo vekişandina leşkerên Emerîkî ji Sûriyeyê anî ziman.

Hollande hişyarî da û got, biryar vekişînê ya DYE'yê û êrîşeke gengaz a Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Kurdan, wê şerê navxweyî dijwartir bike. Hollande diyar kir, di rewşeke wiha de wê DAÎŞ û komên din êrîşên xwe yên terorîst zêde bikin.

GEFÊN TIRKIYEYÊ WÊ TERORÎZMÊ HAR BIKE

Françoîs Hollande li ser gefên dewleta Tirk got, "Eger ev gef bi cih werin anîn, wê ji bo gelê herêmê rê li ber encamên dramatîk vekin. Wê hevalbendê (QSD) Fransayê bibe hedef ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe. Wê terorîzmê har bike ku ev yek wê tenê li Sûriyeyê nemîne û li derve belav bibe."

Hollande ku di navbera salên 2012-2017'an de Serokkomarê Fransayê bû, piştî berxwedana Kobanê piştgirî dabû têkoşîna li nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê. Herî dawî Serokkomarê niha Emmanûel Macron li ser biryara Trûmp a ji bo vekişînê gotibû, "Em ji ber vê biryarê gelekî xemgîn in."

Macron gotibû, "Tifaqek divê cihê baweriyê be, divê bi tifaqên din re koordîneyî be" û piştgirî dabû Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Jîm Mattîs ku piştî biryara Trûmp îstifa kiribû.