Li Toûloûseyê çalakiya li dijî tecrîdê ya 3 rojan
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya bi Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re kon hate vedan.
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya bi Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re kon hate vedan.
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li bajarê Toûloûse yê Fransayê kon hate vedan.
Çalakiya ku tecrîd lê tê şermezarkirin wê sê rojan dewam bike. Di çalakiyê de her wiha wê îmze jî bên komkirin.