Seroka Giştî ya ESP'ê Otlû jî dest bi greva birçîbûnê kir

Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû û Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê dîl tên girtin, ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlû ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê dîl girtî ye, diyar kir ku ji bo destekê bide greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê, wê jî dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kiriye.

'GUVEN BI TENÊ NÎNE'

Otlû doh bi xizmên xwe re axivî û got, tevî Hevşaredara Erdîşê ya Wanê Dîba Keskîn ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Otlû got, "Leyla Guven mafdar e, em xwedî li daxwaza wê ya ji bo rakirina tecrîdê derdikevin. Ji bo xurtkirina vê sekna wê ya bi rûmet, di roja 50'î ya çalakiya wê de me jî dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kir. Ji bo paşeroja wekhev û azad a gelên me yên ji nasname û baweriyên cuda, divê ev daxwaz were qebûlkirin. Leyla Guven bi tenê nîne."