DGH: 9 wesayit û kargehek hatin şewitandin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH), di çarçoveya pêngava 'Serî Hilde' de ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê çalakî kir. Di encamê de 9 wesayit û tamîrxaneyeke wesayitan hatin şewitandin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

ENQERE

"14'ê Kanûnê l navçeya Etîmesgûtê tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Firat ZAîlan wesayitek şewitand.

27'ê Kanûnê li Sîteler a Enqereyê, tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Firat Zîlan 2 wesayit şewtandin.

STENBOL

11'ê Kanûnê li navçeya Fatîhê, saet 23.15'an wesayitek ji aliyê tîma me ya Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin.

28'e Kanûnê li taxa Bahçelîevlerê, tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa wesayitek şewitand.

AMED

Li navçeya Baglarê roja 27'ê Kanûnê li taxên 5 Nîsan û Şeyhşamîlê, tîmên me yên tolhildanê yên Şehîd Serhildan Garzan nivîs li derdorê nivîsandin.

BÛRSA

28'ê Kanûnê saet 4'an, tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa li navçeya Orhangaziyê wesayitek şewitand.

DENÎZLÎ

29'ê Kanûnê li navçeya Merkezefendî tamîrxaneyeke wesayitan hate şewitandin. Çalakî ji aliyê tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Harûn Serhed ve hate kirin. Di çalaiyê de her wiha agir bi 3 wesayitan ket û xisara madî li wan çêbû."