ROJANE
Hemû Nûçe
-
DAÎŞ tevgeriya!
Piştî gefên Erdogan ên li ser Bakurê Sûriyê DAÎŞ li Iraqê li Kerkûk û Diyalayê ku weke 'deverên nîqaş li ser wan' têne binavkirin, tevgeriya. -
Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re nehat qebûlkirin
Serlêdana cara 775'an a parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê, nehat qebûlkirin. -
Li Girtîgeha Bûrhaniyeyê 4 girtî 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê, 4 girtiyên jin 6 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne. -
HDP: Heta ku bepirsên Roboskî werin darizandin wê têkoşîn bidome
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo salvegera 7'an a Komkujiya Roboskî ji Ferhat Encu re name şandin. Hate gotin, heta ku berpirsên Komkujiya Roboskê werin darizandin wê têkoşînê bidomînin. -
TKEP/Lenînîst: Dewleta Tirk hewl dide ku xwînê biherîkîne
TKEP/Lenînîst li dijî gefên Erdogan ên derbarê dagirkirina Rojava helwest nîşan da û got, ''Em nehêlin ku rejîma faşîst Rojava bike gola xwînê''. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Pforzheîmê ne
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê pêk tê, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê ye. -
ROJEVA 26'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Kanûna 2018'an. -
Li Stenbolê 8 kes hatin girtin
Di serdegirtina malan a roja Şemî ya li Stenbolê de 8 kesên ku hatibûn destgîrkirin hatin girtin. -
Girtiyê greva birçîbûnê Teymûr hate sirgûnkirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyê siyasî Abdullatîf Teymûr ê di greva birçîbûnê de bi hinceta cezayê disîplînê vê sibê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê hate kirin. -
Li bajarokê Telefer ji ber teqînê du kes mirin
Hate ragihandin ku li navenda bajarokê Telefer a parêzgeha Nînowa wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. -
Temellî: Divê heyetek tavilê biçe Îmraliyê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir, divê heyetek tavilê biçe Îmraliyê û got, "Ya tecrîd ya jî demokrasî." -
Omer Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo karibe biçe Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, serî li Wezareta Edaletê da. Omer Ocalan got, tecrîda li Îmraliyê ketiye rewşeke krîtîk. -
Meaşê kêmtirîn hate diyarkirin: Karker îsal dîsa birçî ne!
Meaşê kêmtirîn hate eşkerekirin. Ji bo sala 2019’an meaşê kêmtirîn 2 hezar û 20 lîra ye. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 775'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Di rînga girtîgehê de êrîşî girtiyên PKK’ê kirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi organîzekirina girtiyên edlî êrîşî girtiyên PKK’ê kirin. -
Qurbaniyên komkujiyan li Bîelefeldê hatin bîranîn
Qurbaniyên ku di komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê de hatin kuştin, li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Qurbaniyên komkujiya Mereşê li Hambûrgê hatin bîranîn
Kesên ku sala 1978'an li Mereşê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê 8 roj li pey xwe hişt
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûnê dest pê kir, 8 roj li pey xwe hişt. -
ROJEVA 25'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Kanûna 2018'an. -
Ji bo qerta Newrozê ya Onlu yê HDP’yî fezleke hate amadekirin!
Ji bo qerta pîrozbahiya Newrozê ya Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu fezleke hate amadekirin. -
Rojnameger Sayilgan: Wê çapemeniya azad xwe stûxwar neke
Doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan hate taloqkirin. Sayilgan got; “Ji heyetê tu daxwaz û daxwaza berdanê nîne. Em, çapemeniya azad me tu caran stûyê xwe xwar nekiriye.” -
Ji bo doza Çîçek Otlû banga tevlîbûnê hate kirin
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî ji bo doza Seroka ESP'ê Çîçek Otlû banga tevlîbûna girseyî kir. -
Bîlgen: Nêzîkatiya desthilatdariyê rê li ber kujeran vedike
Wekîlê HDP'ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser êrîşa nîjadperestî ya li Sakaryayê ku kurdek hate kuştin û kurê wî birîndar bû û got, desthilatdarî bi helwest û daxuyaniyên we rê li ber dijminahiyê û kujeran vedike. -
Kurd li Krasnîkutê di greva birçîbûnê de ne
Li navçeya Krasnîkutê ya bajarê Saratovê ya Federasyona Rûsyayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirinaRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin. -
Çalakvanên Strasboûrgê: Em li dora Rêberê xwe bicivin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ku ji hêla 'Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî' dest pê kir, di roja 8'an de ye. Çalakvanan banga kirin û gotin, "Em li dora Rêbertiyê xwe bicivin."