ROJEV 30'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê têne kirin wê bên şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û got, "Em bang li gel û dostên xwe dikin ku 2019'an bikin saleke mezin a têkoşînê, ji bo şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê bi rola xwe rabin."

- Erebên ku ji Reqayê hatine Kobanê û tevlî çalakiya konê berxwedanê bûne, diyar kir ku Ereb, Kurd, Sûryanî û gelên Sûriyeyê hemû li dijî dagirkeriyê ji berxwedanê re amade ne.

- Parêzer Şivan Cemîl Ozen bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, pêkanîna li Îmraliyê û nêzîkatiya pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ne.

- Devereke din a ku bala siyaseta cîhanê li ser bû, Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû. Di nava salekê de ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî ve bûyerên girîng qewimîn.

- Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim karên dîplomatîk ên sala 2018'an ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, karên dîplomatîk ên sala nû wê li ser bingeha "Çareseriya krîza Sûriyeyê" û "Azadiya Efrînê" bi rê ve biçin.

- Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Sebrî Mistefa got, "Dewleta Tirk nikare xwe li xwerêveberiya me rabigire, lê belê em ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û jiyana xwe biparêzin.