Tecrîd li ber Parlamenta Hannoverê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Parlamenta Hannoverê hate şermezarkirin. Çalakgeran bal kişandin ser grevên birçîbûnê.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Hannoverê roja Çarşemê pêk hat. Di çalakiyê de bang li hikujmeta Elman û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hate kirin ku bi berpirsyariyên xwe tevbigerin.

Çalakgeran diyar kirin, eger tiştekî neyînî bi serê çalakgerên greva birçîbûnê were, wê hikumetên rojavayî yên bêdeng in û hevparê sûc in, wê berpirsyar bin.

Di çalakiyê de ji bo Ocalan û girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne dirûşm hatin qîrîn.