Partiya Çep a Swêdê li ser qanûna nû hişyariyên girîng da

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt û wekîlên partiyê, li ser qanûna 'terorê' ya nû ku li Swêdê wê li dijî DAÎŞ'ê bê derxistin, agahî dan û gotin, rîsk heye ku qanûn li dijî tevgerên rizgariya neteweyî û PKK'ê bê bikaranîn.

Hikumeta Swêdê amadekariyan dike, ku di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ji bo astengkirina 'çalakiyên terorê' û cezakirina kesên alîkariyê didin rêxistinên 'terorê' qanûneke nû amade bike. Di pêşnûmeyê de du cûreyên sûc tên pênasekirin. Cihgirtina li nava refên rêxistina 'terorê' û alîkariya ji bo rêxistina 'terorê' weke sûc dibîne. Bi vî rengî tevlîbûna li nava rêxistinan, teşwîka ji bo tevlîbûnê, tevlîbûna li karên wan, bi vê armancê çûyîna derveyî Swêdê û komkirina pereyan an jî dayina alîkariya madî weke karekî 'terorîstî' tê dîtin. Yên li dijî qanûnê derkevin ji 2 heta 6 salan cezayê girtîgehê dikare lê bê birîn.

Hikumet dixwaze qanûnê li parlamentê bide qebûlkirin û ji 1'ê Tebaxê û pê ve bixe meriyetê. Lê belê pêşnûmeya ku pêşkêşiya nêrîna rêxistinên civakî yên sivîl û saziyan hate kirin, ji aliyê Baroyan, Mufetîşê Hikumetê û Federasyona Rojnamevanan ve hatibû rexnekirin. Herî dawî Konseya Qanûnê ku pêşnûmeyan lêkolîn dike ku li gorî destûra bingehîn e yan na, ragihand ku pêşnûme li dijî mafê rêxistinbûnê ye ku di destûra bingehîn de hatiye ewlekirin.

Ji ber ku di pêşnûmeyê de pênasekirina rêxistinê bi rengekî vekirî nayê kirin, fikar hene ku pêşnûme qanûn li dijî rêxistinên şoreşger û tevgerên rizgariya neteweyî jî bê bikaranîn.

SJOSTEDT: QANÛN DIBE KU LI DIJÎ PKK'Ê Û TEVGERÊN RIZGARIYA NETEWEYÎ BÊ BIKARANÎN

Li ser mijarê me li nêrîna lîderê Partiya Çep û parlamenterên wê pirsîn, ku hemûyan hişyarî dan û gotin, eger pêşnûme bibe qanûn dibe ku li dijî PKK'ê û rêxistinên şoreşger jî bê bikaranîn. Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt diyar kir, ew bi guman li pêşnûme qanûna nû dinerin û rîsk heye ku ne tenê li dijî rêxistinên mîna DAÎŞ'ê, her wiha karibe li dijî PKK û tevgerên rizgariya neteweyî jî bê bikaranîn.

Sjostedt bal kişand ser girîngiya yên çalakiyên 'terorê' dikin û got, "PKK ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Swêdê ve weke rêxistina 'terorê' tê dîtin, lê li Swêdê bi hezaran Kurd hene ku ji PKK'ê hez dikin. Ew ti carî tevlî çalakiyên terorê nebûn. Planeke wan a bi vî rengî jî nîne. Berevajî, ew piştgiriyê didin ên li dijî terorîstên DAÎŞ'ê têdikoşin. Bicihanîna vê qanûnê dibe ku rê li ber encamên dûrî ji aqil veke."

Sjostedt destnîşan kir, dema ku qanûn li dijî 'terorê' hatin amadekirin divê gelekî bi baldarî bên amadekirin û got, "Komên mezin ên ku qet tevlî karekî terorê nebûne, divê bi terorîzmê neyên sûcdarkirin."

Sjostedt bi bîr xist, Konseya Qanûnê qanûn şermezar kiriye û got, "Em hêvîdar in wê hikumet vê yekê bibîne û qanûneke ku li ewlekariya hiqûqê tê, terorîstan ceza dike û yên terorê nakin diparêze, amade bike."

WALDAU: KURDAN EM JI DAÎŞ'Ê RIZGAR KIRIN

Parlamentera Partiya Çep û Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya Parlamentê Ilona Szatmari Waldau bi bîr xist ku gelek dadgehên li Ewropayê biryar dan ku PKK rêxistineke terorê nîne û got, "Her welat bi xwe biryarê dide ku kîjan rêxistin rêxistina terorê ye. Ne hêsan e ku welatên Ewropayê rêxistinên Kurdan bi terorîstiyê sûcdar bikin. Ji ber ku Kurdan em ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Lê belê qanûnên li dijî terorê her tim dikarin bên îstîsmarkirin. Dibe ku li dijî PKK'ê jî bê bikaranîn."

SNECKER: DIVÊ TEVDÎRÊN KU PÊŞÎ LI RADÎKALBÛNÊ DIGIRE WERIN WERGIRTIN

Parlamentera Partiya Çep û Berdevka Polîtîkaya Hiqûqê ya Partiya Çep Linda Weterlund Snecker jî diyar kir, di pêşnûme qanûna nû de gelek pirs hene û nehatiye eşkerekirin ku kîjan rêxistin weke 'rêxistinên terorê' tên dîtin.

Snecker anî ziman pêwîstî bi qanûneke wiha nîne, li şûna wê divê tevdîrên ku pêşî li radîkalbûnê digire werin wergirtin.