Li Amed û Stenbolê berxwedana malbata didome

Li Amed û Stenbolê malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne çalakiya xwe domandin. Malbatan li gel êrîşa polîsan jî xwedî li daxwazên zarokên xwe derketin.

Malbatên girtiyan ku zarokên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne berxwedana xwe didomînin.

AMED

Li Amedê dayikên girtina ku polîsên Tirk gelek caran li Parka Koşuyoluyê ya Baxlarê ji 1'ê Gulanê ve êrîşê dibin ser wan li Xaçerêya Batikentê komî ser hev bûn. Polîsên Tirk dîsa li dayikên Kurd teror kirin, êrîş birin ser wan û dayika bi navê Hizal destgîr kirin. Dayik piştre hate berdan.
Dayik li gel êrîşê jî ji qada çalakiyê dûr nakevin û polîsan protesto dikin.

STENBOL

Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa T'yê ya Umraniyê piştî hevdîtinê çalakî kirin. Piştî hevdîtinê malbat li gel zext û zordariya polîsên Tirk jî çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de rêveberên Rêxistina Navçeyê ya Umraniyê ya HPD'ê (Partiya Demorkatîk a Gelan) û gelek parêzer hazir bûn. Piştî demeke kurt polîsan êrîş birin ser çalakgeran.

Xizma girtiyan Ayşe Yavûz got, ''Beriya niha me hev dît. Zarokên me gotin heta ku tecrîd ranebe ew ê greva birçîbûnê bidomînin. Ji wan weye wê me bitirsînin lê em natirsin. Êdî vê tecrîdê rakin''. Yavûz bang li dayikên din jî kir û got, ''Werin destekê bidn me. Li vir li cem rex me bin.''

Polîsan nehiştin ku nûçegihan dîmen û wêneyan bigirin.