Leşkerê Tirk li Dersimê pê li cenaze kir û wêne kişand!

Leşkerên Tirk hovîtiyeke din li dijî mirovahiyê kirin. Li Dersimê pê li cenazeyên gerîlayên şehîd bûn kirin û bi wî rengî wêne kişandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), li Dersimê nêzî hefteyeke operasyonên artêşa Tirk didomin û li hin deveran di navbera gerîlayên HPG'ê û leşker-polîsên Tirk de şer diqewime. Wêneyên tê îdîakirin ê gerîlayên di şer de şehîd bûne li medya civakî hatin parvekirin. Di hin wêneyan de tê dîtin, mîna salên 1990'î leşker pê li cenazeyan dikin û bi wî rengî wêneyan dikişînin. Rêvebera MHP'ê ya Eskîşehîrê Sîbel Şengul jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi gotineke ku cihê xwe di mirovahiyê de nîne nivîsî "Termên Tûncelî, TSK dadgeriyê belav dike" wêne parve kir.

'LI KERBELAYÊ JÎ HEMAN TIŞT HATE KIRIN'

Rêveberê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Pîr Nesîmî Gemlîk ji MA'yê re axivî û got, "Eger di nava mirovahiyê de Kerbela qewimî be û nehatibe jibîrkirin, ji ber van mînakan e. Serê Hz. Huseyîn jê kirin û danîn ser sifreyê, jin tazî kirin bi wî rengî li deveyan kirin û teşhîr kirin, niha jî pê li cenazeyan dikin û teşhîr dikin. Ev yek feraseta wê serdemê ye. Ev feraset timî xwe dubare dike. Di dema Osmanî de jî heman mînak hebûn."

'EW ÊŞKENCE LI MALBATAN Û CIVAKÊ HATIYE KIRIN'

Gemlîk got, "Beriya her tiştî hikum li ser mirî namîne. Nabe ku tu miriyan ceza bike. Bi kiryarên wiha yên li dijî miriyan dixwazin civakê ceza bikin. Ew êşkence li civakê û malbata kesê miriye hatiye kirin. Nêzîkatiyên bi vî rengî şerma mirovahiyê ye. Di baweriya Elewîtiyê de mirovên wiha yên ketî tên dîtin û tên şermezarkirin. Ji nava civakê tên qewirandin. Yên ku pesnê vê didin jî em wan şermezar dikin."