ROJEVA 16'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- PKK: Weke ku tê zanîn, beriya 42 salan her tiştên bi navê partiyê û berxwedanê li Kurdistanê pêk hatin, ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer pêk hatin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, 'Jiyana rast, rastiya şehîdan e'.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîdên 18'ê Gulanê bi bîr anîn û diya rkirin, şehîdên meha Gulanê xwe ji bo azadiya gelên bindest feda kirine. Gerîlayan gotin, "Şehîdên meha Gulanê bi bedena xwe meşaleya azadiyê vêxistine."

- Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt û wekîlên partiyê, li ser qanûna 'terorê' ya nû ku li Swêdê wê li dijî DAÎŞ'ê bê derxistin, agahî dan û gotin, rîsk heye ku qanûn li dijî tevgerên rizgariya neteweyî û PKK'ê bê bikaranîn.

- Lutfu Yoldaş ku 12 salan di nava tecrîdê de hate hiştin, bal kişand ser mafdariya daxwazên berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne û got, "Bi tecrîdê re dixwazin mirovan ji aliyê civakî ve tine bikin."

- Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO), herî kêm 50 milyon mirov bi nexweşiya xurifînê ketine. Dibe ku heta sala 2050 herî kêm 150 milyon mirov bixurifin.