Li 4 navendên Swîsreyê tecrîd hate protestokirin

Ji bo bal bê kişadina ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya bi pêşengtiya Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin, li Swîsreyê çalakî hatin kirin.

Çalakiyên protestoyî yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Li bajarê Delemont, Cenevre, Bern û Lûzern ên Swîsreyê çalakî hatin kirin.

LÛZERN

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê ji bo balê bikişîninser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan li navenda bajar kon hate vedan û çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojî destpê kir.

Ji çalakvanên tevlî çalakiyê bûne Zelal Ozkan ji ANF’ê re axivî. Ozkan got: “Ocalan vîna me ye. Tecrîda li ser wî tê wateya tecrîda li ser me. Bang li hemû dewlet û saziyên navneteweyî yên Ewropî dikim dawî li bêdengiya xwe bînin. Bila tecrîd bi dawî bibin, zarok nemirin.”

Salîha Ocalan jî got: “Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê me jî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Divê hê tu kes jiyana xwe ji dest nedayî tecrîd bidawî bikin.”

Dayikên aştiyê li pêşiya Dêra St. Leodegar a li Lûzernê ji bo berxwedêrn di grevê û rojiya mirinê de mûm pêxistin û diûa kirin. Dîsa çalakvanên çûn avahiya Tele 1 û rojnameya Zaîtûng û televîzyonan dosyayên ku amadekiribûn radestî rayedaran kirin.

BERN

Li ser banga CDK-Bernê dayikên xavik spî li pêşiya Waîsenhaûsplatzê çalakiyeke ya rûniştinê pêk hat. Çalakvanan pankarta bi nivîsa ‘Aktivîstên Kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bedena xwe dane ber mirinê’ vekirin. Çalakiya rûniştinê ya bi qasî saetekê dom kir piştre bi dawî bû.

CENEVRE

Li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevre û bajarê Delemontê bi heman armancê çalakî hatin kirin. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser rewşa çalakvanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê. Her wiha bêdengiya saziyên navneteweyî hate protestokirin. Li bajarê Cenevre çalakiya rûniştinê ku li navenda bajar 2 rojan bê lidarxistin. Çalakî wê 16-17’ê Gulanê saet 13:00-18:00’an li pêşiya Place des Natîons-NY pêk werin.