Partiya Çep a Swêdê ji bo Ocalan name ji Erdogan re şand

Parlamenter û rêveberên Partiya Çep a Swêdê, nameyek ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandin û jê xwestin, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava hewldanan.

Sê rêveberên payebilind ên Partiya Çep a Swêdê nameyeke vekirî ji Serokkomarê Tirk Erdogan re şandin û diyar kirin, jiyana çalakgerên greva birçîbûnê li asteke krîtîk e.

Partiya Çep ji Erdogtan xwest, ji bo pêşî li mirina mirovan bê girtin û daxwazên çalakgeran bê qebûlkirin, bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan bikeve nava hewldanan.

Rêveberên Partiya Çep bi bîr xistin, greva birçîbûnê ya parlamentera HDP'î Leyla Guven ketiye roja 190'î û gotin, "Grevên birçîbûnê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê belav bûn. 30 girtiyên siyasî greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku daxwaza wan ew e ku Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne."

Di nameyê de hate ragihandin, hevdîtina parêzeran bi muwekîlê xwe re pîvaneke hiqûqê ye ku li tevahiya dinyayê hatiye qebûlkirin û hate destnîşankirin, 7 hezar girtiyan jiyana xwe xistine nava rîskê, dest bi greva birçîbûnê kirine û 7 ji wan jî ji bo bidawîbûna tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne.

Rêveberên Partiya Çep gotin, "Hûn lîderekî siyasî ne; lewma karê we yê destpêkê divê parastina jiyana welatiyên xwe be" û ji Erdogan xwestin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bikeve nava hewldanan û hevdîtinên aştiyê ji nû ve bide destpêkirin.

Parlamenter Malin Bjork, Håkan Svennelig û Berpirsyara Têkiliyên Navneteweyî ya bajarê Uppsalayê Yekbûn Alp mohra xwe danîn binê nameyê.