Polîsan li Gebzeyê êrîşî dayikan kir

Malbatên girtiyan ji bo balkişandina grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan cara 35’an li Gebzeyê kom bûn. Polîsan êrîşî malbatan kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Guven di roja 189’an de didome. Di 1’ê Adarê de jî jî bi hezaran dest bi greva birçîbûnê kiribûn. A niha 30 girtî jî di rojiya mirinê de ne.

Malbatên girtiyên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, cara 35’an li pêşiya Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlementera Wanê Mûazzez Orhan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan nehiştin malbat nêzî girtîgehê bibin. Polîsan dora dayikan girtin û nasnameyên wan ji wan stendin. Dayika bi navê Sûltan Bozkûrt ji polîsan re got ku “Dayik du roj in li meclîsê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Hûn tehamul nakin ku em li vê derê rûnên” û nerazîbûn nîşanî polîsên êrîşkar da.

Polîsan gef li malbatan xwarin û êrîşî girseyê jî kir.