Tundiya polîsan a li dij dayikan li Stockholmê hate şermezarkirin
Tundiya polîsên Tirk a li dijî dayikên girtiyan li bajarê Stockholmê hate şermezarkirin.
Tundiya polîsên Tirk a li dijî dayikên girtiyan li bajarê Stockholmê hate şermezarkirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê, tundiya polîsên Tirk a li dijî dayikên Kurd hate şermezarkirin.
Jinên Kurd bi banga Meclîsa Jinan a Amarayê, li ber avahiya çandê ya li meydana Sergelstorg a li navenda bajêr li hev civiyan, wêneyên Leyla Guven, çalakgerên greva birçîbûnê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û xwestin tecrîd bi dawî bibe.
JINAN XAVIKÊN SPÎ DAN SERÊ XWE
Jinên tevlî çalakiyê bûn xavikên spî dan serê xwe û bi tilîliyan tundiya polîsan şermezar kirin.
Jin piştre ber bi kolana Drottningsgatanê ve meşiyan.
Jinan diyar kirin, heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bi rengên cuda bidomînin.