Nûçegihan Seda Taşkin hate cezakirin

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin bi salek û 11 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin. Ceza hate taloqkirin.

Doza ku Taşkin bi daxwaza 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê dihate darizandin, rûniştina wê ya biryarê li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Erziromê pêk hat. Taşkin bi rêya SEGBÎS'ê ji Enqereyê tevlî rûniştinê bû.

Heyeta dadgehê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" salek, 11 meh û 10 roj cezayê girtîgehê li Taşkin birî û eşkerekirina hikum taloq kir. Taşkin ji sûcdariya "tevî ku ne endama rêxistinê ye, alîkarî daye rêxistinê" berat kir.

Nûçegihan Seda Taşkin, 23'ê Çileya 2018'an hatibû girtin û bi biryara Dadgeha Îstînafê 17'ê Çileya 2019'an hatibû berdan.